Cenazeyê şervanê YPG’ê Ferhat Bahşîş (Cûdî Gabar) ku di şerê li dijî DAIŞ‘ê de li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû, piştî karê otopsiyê ji Saziya Tipa Edliyê ya Rihayê ji bo definkirinê ber bi Şirnexê ve bi rê kirin.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Bahşîş bi karwaneke ji maşînan li bajêr ji aliyê hezaran kesî ve bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana YPG” hat pêşwazîkirin. Xelkê cenaze bi dirûşman bir mizgefta Geylanî, piştî wecîbeyên dînî, girseyê cenaze ber bi goristana taxa Dîcle ve bir. Piştî ku cenazeyê Bahşîş hat definkirin, girseyê li ber sirûda “Ey Reqîp” ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê deqîqeyekê rêz girt.
Di meresîma definkirinê de Hevserokê Şaxa MEYA-DER’ê ya Şirnexê Halit Gungen axivî û diyar kir ku li çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd li Kobanê, Şengal û Mexmûrê li dijî çeteyên DAIŞ’ê têdikoşe. Gungen got, ew ê heta dawiyê li ser rêya berxwedêran bimeşin.
Bavê şervanê YPG’ê Bahşîş, Salih Bahşîş got, “Ferhat ne bi tenê şehîdê wan e, yê tevahiya Kurdistanê ye.”
Piştî cenazeyê şervanê YPG’ê Bahşîş hat definkirin hezaran kes çûn serdana konê sersaxiyê yê li taxa Dîcleyê.
ŞIRNEX