Kan, da zanin ku kesên koçî navçeya Serêkainyê kirine, ji aliyê rêxistina BDP'ê û şaredariyê ve tên parastin û ji bilî BDP û şaredariyê û welatiyan tu kes alikarî û piştgiriyê nade wan. Kan, anî ziman ku koçber li xirbe, eywan, gov, kadin û xaniyên saroceftê dijîn û di nava şert û mercên pir xerab de dijîn. Kan, diyar kir ku di her xaniyekî ango buroyekê de nêzî 12- 14 kes dijîn û piranî zarok û biçûk in. Kan, aşkera kir ku ji bilî BDP'ê û Şaredariyê tu kes alîkarîyê nadin wan. Kan, daxwazên koçeran wina rêz kir: "Divê sînor ji çeteyan bê parastin û rêya sînor li çete, tacîz û tecawizkaran bê rizgarkirin. Divê hemû pêdiviyên koçberên navçe gundan bê temamkirin.” Kan, bang li her kesî kir û xwest piştgiriyê bidin gelê rojava.
DÎHA/AMED