Kampanyaya BDP'ê ya bi navê "Ez xwe îxbar dikim" ku li dijî operasyonên bi navê "KCK'ê" pêk tên hate destpêkirin her diçe belav dibe. Di çarçoveya kampanyaya ku di 20'ê mijdara 2011'an de li Stenbolê bi deh hezaran, di 3'yê kanunê de li Amedê zêdehî 50 hezar kes derketin qadan gotin "Ez li virim" û "dest nede vîna min" Li Êlih, Qoser, Nisêbîn, Şirnex, Bazîd, Gever û Rihayê li dijî gotinên Wezîrê Karên Hundûr Îdrîs Naîm Şahîn ên "Me xilas kirin" Kurd derketin qadan û gotin "Ez li virim"

4 hezar û 241 kesan xwe îxbar kir
Starta kampanyayê, di 16'ê kanûnê de ji aliyê Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş ve li Stenbolê û di 17'ê kanûnê de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak li Amedê bi xweîxbarkirinê dest pê kir. Di çarçoveya kampanyayê de heya niha 4 hezar û 241 siyasetmedarên Kurd serî li dozgeriyan da û xwe îxbar kirin. Di heman çarçoveyê de li Stenbol, Amed, Êlih, Mêrdîn, Şirnex, Agirî, Gever û Rihayê bi sed hezaran kes derketin qadan gotin "Ez li virim"

Rekor li Êlihê ye

Di çarçoveya kampanyayê de li Êlihê 650, Amed 500, Stenbol 454, Edene 400, Mêrsîn 232, Wan 250, Agirî 200, Riha 174, Mêrdîn 165, Îzmîr 150, Mûş 161, Bedlîs 138, Qers 125, Çewlîk 120, Enqere 100, Bursa 95, Aydin 84, Manîsa 81, Hatay 35, Îdîr 29, Xerpêt 35 û Antalya 3 kesan serî li dozgeriyan da û xwe îxbar kirin. BDP'iyên di 8'ê kanunê de li navçeyên Sariyer, Zeytînburun, Sultangazî û Beyogluyê li ber Qesra Adaletê ya Stenbolê hatin cem hev ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin û kontrola GBT'ê kirin û destûra bikevin adliyeyê nedan. Piştî demek dirêj hatin rawestandin bi sedan kesên li ber adliyeyê kombûn bi slogana "Zext me bêzar nakin" ev yekê şermezar kirin. Li gel hemû astengiyan 151 BDP'iyan daxwaznameyên xwe teslîmî dozgeriyê kirin.

Dozgeran ji BDP'iyan pirsa 'Tu KCK'î yî?' kir
Kurdên li navçeyên Herêma Antoluyê ya Stanbolê dijîn jî xwestin daxwaznameyên xwe teslîmî Adliyeya Kadikoyê bikin, lê polîsan adliyeye dorpêçkirin. BDP'iyan bi daxuyaniyê bertek nîşanî vê yekê dan û xwestin daxwaznameyên komkirin teslîmî dozgeriyê bikin. Lê ji ber ku dozgeriyê daxwazname bi komî qebûlnekirin zêdehî 300 daxwazname nehatin qebûlkirin. Li ser vê yekê 80 kesên gihiştin adliyeyê yek yek daxwnameyên xwe teslîmî dozgeriyê kirin. Dozgerê Komarê yê daxwazname girtin ji BDP'iyan pirsên "Tu KCK'î yî?", "Gelo tu ji bo bîryar dadgehê da şermezar bikî li vir î? kirin. Ev yek jî weke "Gelo bi awayekî veşarî lêpirsîn tê kirin?" hate şîrovekirin.
- BDP'iyên di çarçoveya kampanyayê de daxwaznameyan telîmî Adliyeya Bakirkoyê jî bikin gelek zehmetî jîn. 218 BDP'iyên gihiştin adliyeyê rastî gefên polîsan ên heke sloganan berz bikin dê mudaxeleyê bikin hatin û yeke bi yekê daxwaznameyên xwe teslîmî Dozgerê Komarê kirin.
- Li Antalyayê jî BDP'iyên dixwastin di 16'ê kanunê de daxwaznameyan bidin Dozgerê Komarê rastî gotina dozger a "Herin Dadgeha Bilindin" û daxwazname nehatin qebûlkirin. Rêveberên Rêxistina BDP'ê ya Kepezê di 6'ê çileyê de cara duyemîn çûn adliyeyê û xwestin daxwaznameyan bidin dozgeriyê lê dozger ji wan re got "Peyira min a daxwaznameyan qebûl bike tuneye" daxwaznameyên BDP'iyan qebûl nekirin.
- Li Amedê jî di 10 çileyê de 500 kes çûn adliyeyê xwestin xwe îxbar bikin. Destûra 500 kesan a bikevin adliyeyê nehate da û daxwazname bi riya postayê ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re hatin şandin.
-  Li gelek bajaran kesên di çarçoveya kampanyayê de xwe îxbar kirin ji aliyê dozgeran ve îfadeyên wan hatin girtin û daxwazname ji bo girtinê kirin hinçet. Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê 15 kesên di nav de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Qoserê Seyfettîn Ateş jî heye yên xwe îxbar kirin hatin girtin. Di 28'ê çileyê de jî bi heman hincetê 9 kesên din jî hatin girtin.
- Li Dêrsîmê jî kesên xwe îxbar kirin gelek caran ji aliyê dozgeriyê ve îfadeyên wan hatin girtin û dozger jî BDP'iyan re got; "Kê hûn beralî kirin?" û "Hûn çawa hatin cem hev?"
- Li Agiriyê jî 80 kesan xwe îxbar kir û ji ber vê yekê der heqê Şaredarê Bazîdê Canan Korkmaz û Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Bazîdê Îsa Ozer lêpirsîn hate destpêkirin. Li navçeya Giyadînê jî endamên Meclîsa Şaredariyê yên BDP'î Nurî Sari, Ahmet Îdacî, Hakan Kovalar, Serokê Rêxistina BDP'ê yê navçeyê yê berê Musa Zorbey û Rêveberê BDP'ê Hamît Bakir ên daxwazname dan dozgeriyê hatin binçavkirin û pişt re serbest hatin berdan.


 DÎHA/AMED