NAZIM DAŞTAN / DÎHABER / REQA


Li Reqayê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), bi boneya Reqayê ji DAIŞ’ê rizgar bikin hemleya “Cenga Mezin” a ku dabbû destpêkirin di roja 19’emîn de dewam dike. Pêşveçûna QSD’ê ya ber bi taxên Hattin, El Berîd û Qedîsiyê ve didome. Ji bo welatî zerar nebînin şervanên QSD’ê bi awayekî baldar operasyonê dimeşînin. Rizgarkirina Reqayê ji bo şervanên Reqayî kelecaneke mezin daye destpêkirin. Niha jî nûçegihanê Ronahî TV Egît Şêx Ehmed ê ji Reqayê ku berî 5 salan ji warê xwe koç kiribû, bi bextewariyeke mezin ber bi bajarê xwe ve dimeşe. 
Ehmed anî ziman ku ji ber dagirkirina DAIŞ’ê ya bajarê Reqayê neçar mane ku koç bikin û got: “Min beşa hiqûqê diqedand, lê ewil El Nusra û pişt re jî DAIŞ‘ê bajarê me dagir kir. Ez û malbata xwe bi hev re derbasî axa Rojava bûn. Berî ez diplomaya xwe ji zaningehê bistînim me koç kir. Piştî ez derbasî Rojava bûm min li Ronahî TV dest bi rojnamgeriyê kir. Nêzî mîlyonekê nifûsa Reqayê heye. Li bajêr Ereb, Kurd, Suryanî, Çerkez û Xirîstiyan jî dijîn. Bajêr ber bi Çemê Firatê ve dirêj dibe. DAIŞ’ê xwîn, hêsir û mirinê li Reqayê bi cih kiriye.” 



Kolanên zaroktiya wî bûne cihê recmê


Ehmed destnîşan kir ku mala wan li taxa Methena bakûrê Reqayê dimîne û wiha pê de çû: “Me ji ber wan bajar terikand. Wê demê ji ber êrîşan 5 xizmên me hatibûn cem me. Piştî êrîşî me kirin ew 5 xizmên me hatin qetilkirin. Em rastî her pêkanîn û êrîşên wan hatin.” Ehmet diyar kir ku cihê biçûkatiya wî kirine wek cihê miriya û got: “Navnîşanên em dizanin bûne cihê recma jinan.” 




Li Reqayê organîze dikin

Ehmet da zanîn ku Reqa wek bajarê mozaîka gelan e û wiha domand: “Bajar anîn halê ‘hêlîna terorê ya navnetewî.’ Ne tenê gelê Rojava û yên Sûriyeyê ev êş kişand. Hemû cîhanê para xwe ji vê êş û azarê girt. Gelek êrîşên li welatên Ewrûpayê pêk tên hemû li Reqayê tên organîzekirin. Li vî bajarî jin jî di nav tarîtiyê de hatin windakirin.” 
Ehmed dest nîşan kir ku DAIŞ’ê xwest axa Rojava yekser dagir bike lê dagirkirina wan rastî berxwedana dîrokî ya Kobanê hat û îşaret pê kir ku piştî Kobanê gelek cih ji DAIŞ’ê hatin sitendin û pişt re hêza QSD’ê hat avakirin û şoreşa Rojava ber bi şoreşa Sûriyê ve dimeşe. Ehmed derbarê operasyona Reqayê de jî ev agahî dan: “Ji bo min gelek girîngiya wê heye. Kelecanek mezin heye. Niha jî ez pir cûda vedigerim bajarê xwe. Ez jî gav bi gav ber bajarê lê ji dayik bûme ve dimeşim. Hema bêje her roj şervanên QSD’ê bi sedan welatîiyî rizgar dike. Dem bi dem di nav welatiyên tên rizgakirin de nasên min jî hene. Bandorek mezin li ser min dike. Çawa ku şerê ‘Cenga Mezin’ ji bo şervanan girîng e, ji bo rojnamgerekî wek min jî rastiya vî şerî girîng e. Dema sivîl tên rizgarkirin û ez wan kêliyan dişopînim. Dema ez vê hemleyê dikişînim ji bo min jî wek şerekî ye. Rastiya şerekî ye. Ez bi hezkirin û evîneke mezin ber bi bajarê xwe ve dimeşim. Ez jî bi kamera û nivîsên xwe dixwazim bibim parçeyekî Reqaya azad.”