Zarokên Efrînê yên ku li kampa Serdemê ya Şehbayê bi cih bûne, bi hatina betlaneya dibistanan re niha li konên xwe fêrî zimanê xwe dibin. Zarokên ku tevlî perwerdeyê bûne, dibêjin, “Fêrbûna zimanê dayikê berxwedanek e û ziman nasnameya me ye.”

Şêniyên Efrînê piştî êrişan li kampa Serdemê ya Şehbayê bi cih bûn. Zarokên ku bi malbatên xwe re li kampê bi cih bûnê bi gelek tiştan re mijûl dibin û yek jî wan jî ew e ku piştî betlaneya dibistanê, niha li konan perwerdeya zimanê dayikê dibînin. Zarokan got, fêrbûna zimanê dayikê bi xwe berxwedan e.

Bersiva êrişan e

Mîran Oso ji bo fêrbûna ziman û berxwedanê dibêje, “Ji ber êrişên dagirkeran em koçberê Şehbayê bûn. Em niha bi sê zimanan dixwînin. Mirov kijan zimanê zanibe ew jî pirrengiyek e. Berxwedana me bersiva hemû êrişan

Perwerdeya zimanê Kurdî kêfxweş dike

Cûdî Ehmed, ji ber perwerda zimanê Kurdî kêfxweş e û dibêje, “Em zarok bi perwerdeya zimanê dayikê pir kêfxweş in. Ji bo dema me vala nebihure, em perwerdeya zimanê Kurdî dikin û amadekariya dibistanê dikin. Ziman hebûna mirovan şirove dike.”

Dibistan hilweşandin kon bûn sinif

Şevbîn Oso, qala ferbûna xwendînê dike û wiha dawî li axaftina tîne: “Ji bo em fêrî xwendinê bibin, em tevlî vê perwerdeyê bûn. Em zarok bi israr in ku bi zimana xwe bixwînin. Li Efrînê hemû dibistanên me hilweşandin, lê em dîsa di bin konan de xwendina xwe dewam dikin. Fêrbûna zimanê dayikê jî berxwedanek e.”

HESNA MUHEMED / JINNEWS / ŞEHBA