EMER EL-XELEF / HEMED EL-MISTEFA / ANHA / REQA
Şêwekar û peykersazê ji Reqayê Ehmed El-Cilid bi berhemên xwe şerê komên çete dike. Gelek berhemên wî hatin dizîn û her wiha gelek jî hatin şewitandin.
Çeteyan li Reqayê zilm li hemû wêjevan û şêwekaran kir. Xebatên hunerî û wêjeyî li wan hatin qedexekirin û hemû berhemên wan yan dizîn, yan jî şewitandin.
Piştî ku bajarê Reqayê hate rizgarkirin, Komîteya Çand û Huner a Meclisa Sivîl a Reqayê hewl dide piştgiriya hunermendên şêwekariyê bike û xebatên wan li holên bajêr dide pêşandan.
Di nava van hunermendan de şêwekar û peykersaz Ehmed El-Cilid jî heye û wî bi berhemên xwe şerê komên çete kiriye. Gelek berhemên hunermend Ehmed El-Cilid hatin dizîn, şikandin, şewitandin. Her wiha çeteyên Cebhet El-Nusra 50 tablo û 3 peykerên ku wî di mala xwe de veşartibûn jî dizîn.
Dema ku çeteyên DAIŞ`ê bajar dagir kiribûn, bi dehan nivîskar û hunermend neçar man ku ji bajar derkevin û berê xwe bidin dewletên cîran mihacir bibin.
Peydekirina lazimiyan zehmet bû
Hunermend Ehmed El-Cilid di sala 1990`î de hunera şêwekarî û peykersazî kiriye û beşdarî gelek pêşangehên li Sûriyeyê bûye. Hunermend Ehmed El-Cilid dibêje, di serdema çeteyan de gelek zehmetî kişandiye û bi dizî hunerê xwe kiriye: “Tevî hemû metirsî û zehmetiyan, min di mala xwe de bi dizî hunerê xwe dikir, min gelek zordarî di peydekirina pêdiviyên şêwekariyê de dikişand.”
Li welatê xwe vegerin
Niha hunermend Ehmed El-Cilid bi azadî û îstiqrarê karê xwe dewam dike û li ser rewşê dibêje: “Îro û piştî rizgarkirina bajarê Reqayê, Komîteya Çand û Huner a Meclisa Sivîl a Reqayê kar dike ku ji nû ve şêwekar û peykersazên li bajêr bidin xebitandin û hemû pêdiviyên wan peyde bike. Her wiha kar tê kirin ku berhemên me li hola El-Tac li bajarê Reqayê bêne pêşandan.”