Karkerê di karên cam, înşaet û peyzajê de xebitiye Mehmet Nûrî Cakto, ev 2 sal in di hewşa xwe de kargeriyek vekiriye û hunerê camê bi pêş dixe. Cakto, diyar kir ku bi vî karî camê hem huner bi pêş dixe û hem jî xwezayê ji bermahiyên camê paqij dike.
Li navçeya Muglayê Bodrumê, karkerê 34 salî, Mehmet Nuri Cakto, li hewşa mala xwe, şûşe û alavên camî kom dike û di kargeriya xwe de hunerê camê bi pêş dixe. Cakto ku hêj 12 salî bû ji Êlihê koçî Muglayê kiriye, hat li Muglayê di karê înşaet, peyzaj, nanpêjî û kargeriya camê de xebitî. Cakto, ev 2 sal in li hewşa mala xwe, alav û amûrên caman kom dike û hunerê caman bi pêş dixe. Cakto, ji berhemên xwe yên caman heta niha 2 pêşangeh vekirin û ji caman fîgurên xweza û sewalan çêdike. Cakto, anî ziman ku dibe ku cam amûreke talûke be û xwezayê qirêj bike, lê bi kêrî gelek karan tê û xelek xebat pê tên kirin û wiha peyivî: "Ji ber ku gelek alav û amûrên caman diavêjin nava xwezayê, ji ber van caman derdor qirêj dibe û di nava daristanan de şewat derdikeve. Armanca min ew e, ez hem hunerê camê bi pêş bixim û hem hewl bidim ku kes caman navêje derdorê û ez wan bi kar bînim. Cakto, destnîşan kir ku dixwaze bi vî hunerî nihêrîna mirovan a li hemberî camê biguherîne û elaqeya derdorê ya li hunerê came zêde ye.
MUGLA