Piştî ku gerînendeyên weşanê yên giştî yên nobedar Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, Nûnerê Rojnamegerên Sûnornenas (RSF) Erol Onderoglu û nivîskar Azîz Neşîn ên tevlî kampanyaya piştevaniya Ozgur Gundemê bûbûn hatin girtin piştevaniya ji bo rojnameyê her diçê xurtir dibe. Piştî ku 3 nav hatin girtin Gerînendeyê Weşanê Yê Giytî yê Cumhuriyetê Can Dundar ji bo piştevaniyê hat û nobet dewr girt. 
Dundar doh serê sibehê hate rojnameyê tevlî civîna rojevê ya rojnameyê bû û ji bo rojnameyê pêşniyarên nûçe û sernavan kir. 



Em ê li mafê xwe wedî derkevin

Can Dundar di civînê axivî û diyar kir ku ew girîngiyê dide piştevaniyê. Dundar anî ziman ku bi girtinan ve xwestin peyamekî bidin wan û wiha got: “Xwestin bibêjin ku heke hûn li cem mexdûr bir, li cem wî bisekinin em ê we jî bigirin. Me jî ev peyam wergirt û ji bo piştevaniyê hatin. Heke ji me re dibêjin neçin wî rojnameyê em ê ji bi israr biçin. Heke dibêjin vî televîzyonî temaşe neken em ê temaşe bikin û em ê bi vî rengî xwedî li mafê xwe derkevin.”


‘Ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo cihanê ye’

Dundar têkîldarî girtinan jî wiha got: “Mamoste Şemnem ji bo mafê mirovan têdikoşiya. Erol jî li cem me bû. Bi girtina Erol ve jî xwestin ne tenê ji bo Tirkiyeyê xwestin peyamê bidin cihanê. Ji ber vê yekê em ê li cem wan bin. Em dikarin bi vî rengî wan paşve bibin.”



STENBOL