TOLÎN HESEN/XANDÎ ELO / ANHA/ŞEHBA

13  hezar û 610 xwendekarên Efrîn û Şehbayê xwendina xwe di mal û dibistanên xirabe de didomînin. Tevî şertên zor û zehmet, zarok bi inyad xwendina xwe dikin.

Li Efrînê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-Demokratîk) di nîvê sala xwendinê ya 2017–2018’an de ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker, neçar ma ku hemû dibistanan bigire. Piştî ku xelkê Efrînê neçar ma ji malên xwe derkeve û li Şehbayê bi cih bibe. Komîteyê li Şehbayê careke din dest bi perwerdê kir û 1`ê Tebaxê bi dawî kir.

15`ê Îlonê dibistanê dest pê kir

KPC-Demokratîk piştî ku amadekariyên sala xwendinê ya 2018-2019`an temam bûn, 15`ê Îlonê li Şehbayê deriyên 81 dibistanan bi her sê astan (seretayî, navîn û amedayî) ji bo xwendekaran vekir. Niha 64 dibistanên asta seretayî hene û 11 hezar û 728 xwendekar tê de dixwînin. 10 dibistanên asta navîn hene û 1417 xwendekar xwendina xwe di wan de dewam dikin. Her wiha 465 xwendekarên asta amadeyî di 7 dibistanan de dixwînin.

Her wiha 1415 xwendekar di her sê astên xwendinê de, di kampên Şehbayê (Efrîn, Berxwedan û Serdem) de dixwînin.

KPC-Demokratîk ji bo perwerdekirina wan 977 mamoste ji bo hemû dibistanan amade kirine.

Perwerdeya pirrzimanî

Di dibistanan de xwendekar perwerdeyê li ser dersên bîrkarî, zanist, dîrok, erdnîgarî, fîziya, kîmya, çand û exlaq û muzîkê dibînin. Her wiha zanista civakî, jineolojî di asta amedayî de têne dayîn. Xwendekar zimanên Kurdî, Erebî, Ingilîzî û Fransî jî fêr dibin.

Pirtûk û pêwîstiyên perwerdeyê li 11 hezar û 728 xwendekarên asta navîn hatin belavkirin û heta niha belavkirina pêwîstiyên perwerdeyê li xwendekarên asta navîn û amadehî didome.

Her wiha komîteyê 50 jêbirên textênnivîsê, 200 daniştok, 375 hesîr û 200 betanî ji Kampa Berxwedan re peyde kirine.

Mal kirin dibistan

Di encama şerên li herêmê de dibistanên kantona Şehbayê wêran bûn. Ji ber wê, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk neçar ma hindek malan li şûna dibistanan bi kar bîne.

Komîteya xwendekaran li dibistanên navîn û amadehî li gorî pergala îdarî ku ji endameke rêveber û 2 endamên rêveber ên jin pêk tê, di her refekê de tê organîzekirin û ew çavdêriya xwendekar û fêrgehê dikin.