Li gundên Kantona Efrînê mirov bi taybetî rastî bi sedan şêwe û rengên cûrbecûr yên dantel, qewîç, perde û hunerên xemla malan tê. Tevahî xweşikbûna hunerî bêguman bi destê jinan hil tên. Jina bi navê Cîhan Mihemed (54) li gundê Sindiyankaya navçeya Cindirisê bûye çavkaniya hûnerên destan. Cîhanê diyar kir ku ew ji dayîk û pîrikên xwe hînî hunera destan bûye û got, “Kevneşopiya me yek ji beşa çanda me ye ku me ji çandên din cuda dike. Jina Kurd jî di parastina kevneşopiyê de xwedî bandor e û wê derbasî nifşên siberojê jî dike.”




‘Ruhê hevkariyê di nava jinan de bi pêş dikeve’


Cîhanê anî ziman ku pirraniya jinan bi armanca hilberandina hunera destan tên gel hev û got ruhê hevkariyê di nava jinan de bi pêş dikeve û bi rêya vê yekê hîn zêdetir hev nas dikin. Cîhanê da zanîn ku ew gelek hunerên destan hildiberîne û weha pê de çû, “Jinên ciwan bi armanca parvekirinê tên gel hev û hunera destan hildiberînin. Ev çand hîna jî li her derî dewam dike. Ez bi xwe jî di temenê 14 salî de li ber destê xwîşk û hevalên xwe hînî hunerê destan bûm. Ez dora şerpeyan bi morikan çêdikim, bi tayê hewrîşm xemla malan, lîfê serşoyê, berdestek û hwd. reng bi reng dihûnim.”




‘Ez niha jinên gund hînî çêkirinê dikim’


Cîhanê got, bi keda destê jinan hilberîn bi wate dibe û weha dirêjî da gotina xwe, “Ez dora şerpeyen bi şeklên wek gula zeytûnê, gûşiya trî, liba nokê, bijankên çavan, lingê çûkê û nêrgizan çêdikim. Xwîşk û hevalên min ez fêrî karên destan kirim û niha jî ez keçên xwe û keçên gund fêr dikim. Jinên gund zehf diyarî jî dane min ku min ew li ba xwe veşartine. Hin tiştên min jî dema li Helebê mala me hilweşiya, li bin avahî de man.” 




‘Bi keda xwe malê xwedî dikim’


Herî dawî Cîhanê bi dileke zîz got, “Min berê qet karên xwe yên destan nedifirotin, min hez dikir ku diyarî bidim dost û xizman. Lê niha ji ber dorpêça li ser herêmê rewşa me ya aborî jî nebaş e. Hevjînê min jî nikare kar bike. Lewma ez bi keda destên xwe zarokên xwe didim xwendin û debara malê dikim.”


FÎDAN RÊZAN/JINHA/ EFRÎN