Bi komên nû û çalakiyên cuda 5’emîn Mihrîcana Zarokan di roja xwe ya sisiyan de li Navçeya Til Temirê pêr bi dawî bû.

1’ê Îlonê bi minasebeta Roja Aşîtiyê ya Cihanê, 5’emîn Mihrîcana Zarokan bi dirûşma “Em zarok simbilê jiyanê ne” li Meqsefa Xeyma a Navçeya Til Temir a girêdayî Hesekê hat lidarxistin. Mîhrîcan bi komên stran, govend û şano bi amadebûna rêveber, mamosteyên şanoyê û şanogerên zarok, her wiha bi tevlîbûna bi sedan zarokên Bajarên Hesekê, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Zurgan û Til Temirê bi dawî bû. Di vê roja dawî de dîmenên rengên ên hunerên zarokan jî xwe dan der. Komên jinên Gerestêrk, Şehîd Bêrîtan, Dibistana Staranan, Kulîlkên Kurdistanê, Şehîd Jînda, Koma Zirgan, Şehîd Arjîn û Şehîd Şiyar hunerên xwe nîşan dan li ser dikê.

 

HESEKÊ