
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir, ku ev demeke di hin navgînên çapemenî weşanê yên li Başûrê Kurdistanê de, weşanên li dijî polîtîkaya KCK’ê ya li ser Şengalê zêde bûne. KCK’ê got, “Komîteya Têkiliyên Derve, Endamên Konseya Rêveber û Hevserokatiya me, gelek caran dane xuyakirin ku îdîayên bi vî rengî ne rast in, daxuyaniyên ku îdîa dikin ‘hewl tê dayîn Şengal ji Başûrê Kurdistanê bê qutkirin’ ne rast in. Li gorî nêrîna giştî ya tevgera me, Şengal dikare xwedî rêveberiyeke cewherî ya bi Federasyona Başûrê Kurdistanê ve girêdayî be. Nirxandineke me ya bi vî rengî heye.” Hevserokatiyê destnîşan kir, ku di ti nirxandinên wan de behsa herêmeke xweser a ji Federasyona Başûrê Kurdistan qutbûyî nehatiye kirin.
Şengal girêdayî Başûr e
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku berî çend rojan Êzidiyên li Şengalê di civînekê de biryar dan ku ji bo avakirina rêveberiya xwe ya cewherî û parastina xwe ya cewherî ew hin xebatan bidin destpêkirin û hat destnîşankirin, ku piştî wergirtina van biryaran hin navgînên çapemenî weşanê yên li Başûrê Kurdistanê, hin derdor û saziyên siyasî li dijî PKK’ê dest bi kampanya reşkirinê kirine. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got, “Di van weşanan de hewl tê dayîn, hin nêrînên der heqê Şengalê de yên ne aydî me ne, mîna nêrîna me ye, bên nîşandan. Di demeke ku ji bo rizgarkirina Şengalê têkoşîneke mezin tê dayîn de, daxuyaniyên bi vî rengî yên dûrî rastiyê û tevgera me hedef nîşan didin, ne li gorî berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd e.”
Civaka Êzîdî gihîştine rewşek wisa
Di daxuyaniyê de ev xal hat destnîşankirin: “Civîna li Şengalê civînek li derveyî tevgera me ji aliyê Êzîdiyan bi xwe ve hatiye lidarxistin. Pêkhatina civîneke bi vî rengî ji aliyê civata me ya Êzîdî ve û nîqaşkirina hin pirsgirêkan, divê gelekî normal bê pêşwazîkirin. Hevaleke me ya Êzîdî jî bi nasnameya xwe ya Êzîdî tevlî vê civînê bûye. Civîna li Şengalê bi temamî civîna civata me ya Êzîdî ye û bi vîna xwe ya cewherî hin biryar stendine. Bêguman ev biryar wê beriya her tiştî bi vîna civata Êzîdî bicih werin anîn. Lê belê ji ber ku tevahiya gelê Kurdistanê eleqedar dike, xûsûsên ku divê tevahiya hêzên neteweyî nîqaş bikin û bi konsensusekê bixin pratîkê ne. Bi kurtasî, divê civata me ya Êzîdî ya li Şengalê, ku parçeyek ji Başûrê Kurdistanê ne, van biryarên xwe li gel hemû hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê, bi diyaloga li gel wan re bixe pratîkê. Îdîayên dibêjin; li Şengalê PKK’ê civîn lidar xist, civînda lidarxistin û ji bo Şengalê biryar stend, ne rast e.”
Çapemenî berovajî dike
KCK destnîşan kir ku di civîna li Şengalê de biryara avakirina Kantonekê nehatiye stendin, bi tenê di mijarên rêveberiya cewherî, parastina cewherî, aborî û hin mijarên din de komîsyon hatine avakirin û biryara destpêkirina xebatê hatiye stendin. Di vê mijarê de KCK wiha got: “Êzîdî tevî ku xwedî taybetmendiyên xweser in, di heman demê de parçeyek ji neteweyîbûyîna demokratîk in. Mafê wan heye ku der heqê rewşa xwe ya xweser de biryarên xwe bi xwe bidin û girîng e ev biryar li gorî berjewendiyên neteweyî yên giştî bin. Tevî ku naveroka tevahiya biryaran nayê zanîn jî, rêveberiyeke cewherî ya Êzîdiyan a ser bi Federasyona Başûrê Kurdistanê pêwîstiyeke demokratîkbûyînê ye û berevajî qelskirina Başûrê Kurdistanê wê rewşeke xurtkirina Başûrê Kurdistanê biafirîne. Wê girêdana Êzîdiyan a bi Federasyona Başûrê Kurdistanê re xurtir bike. Em di wê baweriyê de ne, ku ji bo Şengal bibe xwedî rêveberiya cewherî û parastina cewherî divê Federasyona Başûrê Kurdistanê bi berpirsyarî rabe. Em bawerin ku divê Federasyona Başûrê Kurdistanê bibe xwedî polîtîkayeke bi vî rengî ya xurtkirina xwe.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê da xuyakirin ku Tevgera Azadiyê ya Kurd, li Şengalê bi hişmendiya bicihanîna berpirsyariyên xwe yên li pêşberî gelê Başûrê Kurdistanê bi taybetî jî civata Êzîdî tevdigere û got, “Di nêrîna tevgera me de bi dest xistina cihekî yan jî rêveberiya cihekî nîne. Ji ber vê yekê, nêzîkatî û propagandaya li hin navgînên çapemeniyê yên ser bi PDK’ê ne rast in, ku îdîa dikin PKK cihekî bi dest dixe, li wir kantonên bi xwe ve girêdayî ava dike. Weşan û îdîayên niha tên kirin xetere ne, ku dikarin hêzên parastina hevpar ên Kurd ên li Şengalê li ber xwe didin, bînin hemberî hev.”
ANF/BEHDÎNAN