Komeleya Çanda Mezopotamyayê ya li Essenê kermesek li dar xist û çanda Kurd da nasîn. Kermesê gelekî bala xelkê kişand ser xwe. 

Li Kermesê, berhemên ji her herêma Mezopotamyayê ji bo piştevaniyê hatin firotin. Ji bo gelên hatin serdana Kermesê jî qala çanda Kurd û dîroka Kurdistanê hate kirin.

Rojên Şemî û Yekşemê, gelek kes li kermesa li hewşa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civiyan.

Yekşemê Hozan Welat û Hozan Zozan derketin ser dikê. Kermes danê êvarê bi gerandina govendê qediya. 


 ANF / ESSEN