Hunermendeke bedewiyê û bedewiya li ser kevir neqişandî û ya Kurd li ser Instagramê Nask e. Keça ku bi qasî ji hesabê wê diyar dibe 20 salî ye, hunermendeke dekorasyonê ye. Hunermenda ku li ser platforma online ya wêneyan navê artist_nask bi kar tîne, ji kevir, sedef û qaqilkên deryayê gelek berhemên bedew çêdike û rengan jî di hunera xwe bi awayekî xurt bi kar tîne. Ji bo wêneyekî parvekirî yê kevirên rengîn, Nask dibêje, "Kevirên min bedew. Ji bo yên ku ji min bipirsin, ez hez dikim keviran bibînin. Min ya rastî ew dîtin. Li mekanên cihê min ew dîtin. Pirraniya wan li Çoman, û hinekên din jî ji Teq Teqê. Hinek ji wan jî ji Silêmaniyê ne.
Ji bilî keviran û rengan ew spî û reşê jî xurt bi kar tîne û ji şîroveyeke wê ya di bin yekê ji wêneyên wê jî diyar dibe ku ew rengê spî ji bo temsîla aşîtiyê bi kar tîne. Ew hunerê dekorasyonê dixwaze bi rengên Kurdistanî bi pêş bixe. Bi her halî bi qasî ku ji wêneyên wê li ser Instagramê belavkirî diyar dibe, ew di bi karanîna keviran û rengan ji bo hunerê dekorastyonê serketî ye.
Tevî ku heta niha tenê 235 parvekirinê wê hene, ji niha ve 6500 kes wê li ser vê platformê dişopînin.
NAVENDA NÛÇEYAN