Karwanê dewriyeya dewleta Trk a dagirker û qirker tevî Rûsan doh li Cizîrê geirya. Li gundên Dêrik, Girkê Legê û Tirbespiyê, welatiyan dagirker dan ber keviran.
Di dema çalakiyan de hêzên dagirker ên Tirk êriş birin ser welatiyan, welatiyek şehîd kirin û bi dehan welatî jî birîndar kirin.
Doh danê sibehê careke din dewriyeyên dewleta Tirk a dagirker û qirker, tevî ya Rûsyayê li ser sînorê Rojavayê Kurdsitanê bi Bakurê Kurdistanê re dest bi gerê kir.
Mîna li Kobanê, welatieyên Dêrik, Girkê Legê û tirbespiyê jî li gundan ev karwanê dagirkeran protesto kir. Li gundê Dirna Axa yê ser bi Girkê Legê, welatiyan zirar jî gihand wesaîtên zirxî yên dewleta Tirk. Zarokan bi keviran neynikên maşînên zirxî yên Tirk şikandin û nîşanî rojnamevanan da.
Ciwanek şehîd bû
Dewleta Tirk a dagirker û qirker, a ku xwe li çalakiyên protestokirina dagirkeran ên welatiyên Rojava ranegirt, gule li xelkê Dêrikê. Di encamê de welatiyê ciwan ê bi navê Serxwebûn Elî li gundê Til Cemal şehîd bû. Di êrişê de gelek welatiyên din jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya Dêrikê.
Em Rûsan jî berpirsiyar digirin
Berdevkê Çapemeniya QSD´ê Mustefa Balî jî li ser bûyerê daxuyaniyek da û got, “Em Rûsya ku îdîa kir wê herêm bêyî QSD´ê ewletir be û beşdarî dewriyeyan dibe jî ji ber qetilkirina vî ciwanî berpirsiyar dibînin.”
ANHA/DÊRIK