Greva birçîbûnê ya ku li Hewlêrê ji aliyê Nûnertiya HDP’ê ve li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 46’an de didome.Greva ku bi awayekî dorveger tê meşandin, doh dewrî koma 23’yemîn hate kirin.Hevseroka Nûnertiya HDP’ê  ya Başûrê Kurdistanê Muzeyen Guneş di dema dewrkirinê de axivî û got, “ Heta ku tecrîda li ser Rêber Apo berdewam bike û parlamenter di girtîgehên Tirkiyeyê de bin, wê çalakî berdewam bikin.”

Guneş bibîr xist ku endamê Nûnertiya HDP’ê Nasir Yagiz jî ev 46 roj in di greva birçîbûnê de ye û got,Tendirustiya Nasir Yagiz her ku diçe xirab dibe.Em daxwazê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên navneteweyî dikin ku li hemberî van kiryarên dewleta Tirk bêdeng nemînin. Rewşa endamên me her ku diçe xirab dibe.Berî ku kes bimre lazime saziyên peywendîdar bi erkên xwe rabin.”Tevî koma doh heya niha 250 endamên Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistan bi 23 komên cûda beşdarî çalekiya greva birçîbûnê bûne.

 

ROJNEWS/HEWLÊR