Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi rasthatina salvegera bidarvekirina Şêx Seîd û mirina Orhan Dogan, daxuyanî da û tekoşîna wan bi bîr anî. KCD’ê di daxuyaniyê de got: “Dewleta tirk ev sedsal in, ji bo gelê Kurd, gelên Kuridstan û Tirkiyeyê qir bike, pêkanînên dermirovahî li ser wan dimeşîne. Em Şêx Seîd û hevrêyên wî yên di 29’ê Hezîrana 1925’an de ji hêla Dadgeha Îstîkalê ya Şarkê ve hatin şehîdkirin û siyasetvanê Kurd Orhan Dogan ê ku heta dawiya emrê xwe ji bo azadiya gelê kurdtêkoşiya û di 29’ê Hezîrana 2007’an de wefat kir, bi rêzdarî bi bîr tînin.” 




‘Hişmendiya Şêx Seîd şehîd kir îro ya Erdogan e’ 


KCD’ê di dewama daxuyaniyê de got, dewletê di 15’ê Sibata 1925’an de li hemberî pêşengên gelê Kurd Şêx Seîd Efendî dest bi komployê kir û bi vê komployê re li hemberî gelê Kurd dest bi qirkirina herî hovane kir. KCD’ê got: “Ev qirkirina bi Şêx Seîd re dest pê kir, li Agirî, Dêrsim, Zîlan, Koçgirî, Çorum, Mereş, Gazî, Roboskê û hwd. heta roja me dewam kir. Ew hişmendiya faşîzan a ku Şêx Seîd û rêhevalên wî şehîd kirin, îro ji hêla dîktatorên faşîst Erdogan-Bahçelî ve tê domandin.” 
KCD’ê îşaret bi komkujiyên li bajar û navçeyên Kurdistanê ên weke Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Silopiya û Farqînê û hilweşandina wan kir û wiha dewam kir: “Bi tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê 85 şaredarî hatin dagirkirin û xespkirin, bi, dehezaran siyasetvanên Kurd, rojnameger, akademisyen û hwd. hatin binçavkirin û li girtîgehan wekî rehîn tên girtin. Peykerên nirxên gelê Kurd ên wekî Ehmedê Xanî, Roboskê, Ugur Kaymaz, Tahir Elçî xerakirin. Hê jî gorên Şêx Seîd, Seyîd Riza û gelek pêşengên kurdan nadin malbatên wan. Her roj êrîşî nirxên gelê Kurd dikin û Kurdan qir dikin.”



Yekîtiya neteweyî bi ser bixin


KCD’ê daxuyaniya xwe bi vê bangê bi dawî kir: “Em wekî KCD diyar dikin ku li hemberî vê qirkirina bi şehîdkirina Şêx Seîd hatiye destpêkirin, bang li hemû partî, sazî û dezgehên Kurdistanî dikin ku yekîtiya xwe ava bikin. Di serî de gorên Şêx Seîd, Seyîd Riza û hemû kesan demildest radestî malbatên wan bikin. Em careke din vê qirkirina ku di şexsê Şêx Seîd de li ser gelê Kurd tê ferzkirin lanet dikin û di salvegera wefata siyasetvanê kurd Orhan Dogan em wî û hemû têkoşerên azadiyê bi bîr tînin. Em ê têkoşîna wan bi serketinê tacîdar bikin û vê yekê diyarî hemû gelên li benda azadiyê bikin. Em di wê baweriyê de ne ku gelê Kurd bi avakirina Kongreya Neteweyî wê xwedî li doz û mîrasa Şêx Seîd derkeve. Bi vê baweriyê, em bangewaziya têkoşîna hevpar li her kesî dikin.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN