Jinan 3 sal berê bi firotina nanê tenurî dest bi kar kirin. Pişt re bi tevnê berikan ketin qada kar. Piştî demekê jinan li sektora xwarin û vexwarinê xizmet ji gel re kirin. Ji ber vê yekê hem di nav gel de hem jî di nava esnafan de bûn xwedî baweriyekê.
Nanpêja bi navê Gulnaz Çîftçî, diyar kir ku hevserê wê 20 sal berê jiyana xwe ji dest da. Çîftçî, anî ziman ku piştî hevserê wê jiyana xwe ji dest da gelek rojên zehmet derbas kirin lê ji bo xwe li ser piyan bigire kedeke mezin da û wiha got: "Zarokên min biçûk bûn. Min rojên gelek zor derbas kirin. Bi salan ji bo ku ez berê xwe bidim zarokên xwe ez li ser piyan mam û min ked da. Min têkoşîn da û bi tena serê xwe min zarokên xwe dan xwendin. Li zanîngehê 2 yek jî li lîseyê bi giştî 3 zarokên min dixwînin. Dema ku min dest bi xebatê kir min hinek bertekên nebaş dîtin lê min guh neda tu tiştî. Ez niha keyfxweş im. Zarokên min jî hem dixwînin û hem jî dixebitin."

Jin ji karên xwe keyfxweş in
Berpirsiyara Hesabgiriyê Mukadder Ugurlu jî diyar kir ku ligel ciwan e bi zor û zehmetiyên jiyanê re ru bi rû ma. Ugurlu, anî ziman ku ji ber ku di salên 90'ê de gundê wan Meşkîna hate şewitandin koçberî Qoserê bûn. Ugurlu, da zanin ku dayîk û bavê wên piştî vegera gund çûn gund lê ew li navçeyê ma û têkoşîna xwe ya jiyanê berdewam kir. Ugurlu, bang li jinên Qoserê kir û wiha got: "Fermo, em dixwazin hun jî tevlî me bibin. Ez jî rastî gelek bertekan hatim heta ez hatim vir. Em dixwazin bibin dengê jinan."
Ugurlu, diyar kir ku wan şixulandina Kafeya Pelda girtin û wiha axivî: "Em ji muşteriyên xwe re li gel vexwarina gerim û cemidî, doner û çorekên jiyanê îkaram dikin. Çorekên jiyan Suryanî di rojên taybet de çêdikin." Jina bi navê Turkan Îldem jî ya hevserê wê di girtîgehê de jî wiha got: "Ji ber ku ez ketim karekî wisa ez keyfxweş im. Em dixwazin ku jinên bê kar tevlî me bibin. Ji yekîtiyê hêzbûn heye."

DÎHA/MÊRDÎN