Malbatên kurd ku çûn daweltê, ji ber ku di dawetê de bi kurdî axivîn rastî lîncê hatin. Li salona dawetê ji ber ku law û dayik bi kurdî bi hevre axivîn niqaş derket û êrîşê dest pê kir. Piştî malbat ji bajarokê derketin jî bûyerê berdewam kir. Malbata kurd ji bo bûyer mezin nebin ji bajarokê derketin, lê komek nijadperest xwestin maşîneya malbatê bişopinin. Di şopandinê de qeza çê bû û wesatiyek din ji rê derket. Di bûyeran de 11 welatiyên kurd birîndar bûn. Welatiyek jî bi giranî birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrsînê. Welatî niha di beşa lezgîn de tê girtin. Piştî malbat hatin ber deriyê nexweşxaneyê polîsan êrîşî malbatê kir û alozi derket. Li ser vê yekê Serokê BDP'a Mêrsînê Musa Kulu û Şaredarê Akdenîzê M. Fazil Turk hatin hatin cihê bûyerê, alozî bi dawî bû.
Hate zanîn ku di êrîşê kesî wekî 'Muxtarê min' dihat binavkirin alozî derxistiye û gotiye 'Kurd hatiye gundê me. Dê bi saxî ji vî gundî dernekevin. Kurdê herî baş kurdê mirî ye' û êrîşa lîncê pêk anîye. Piştî kurdên rastî êrîşê hatin fermandariya cendirmeyan agahdar kirin. Lê cendirme piştî bûyerê saetek şûnde çûn. Welatiyên kurd diyar kirin kukomê bi şîş û daran erîşî wan kirin.
DÎHA/MÊRSÎN