- Akademiya Ma Muzîkê 1’ê Hezîranê projeya ”Ji lorîkan ber bi senfoniyan rêwitiya newayan” da destpêkirin. Li gorî vê projeyê jî kitêbek hazir dikin tê de metodên fêrbûna keman û piyanoyê bi zimanê Kurdî heye.
FAHRETTÎN KILIÇ/FETHÎ BALAMAN
MA/AMED
Akademiya Ma Muzîkê, haziriya pirtûkeke Kurdî dike. Pirtûk wê bi minasebeta projeya “Ji lorîkan ber bi senfoniyan rêwitiya newayan” çap bibe û taybetiya wê ew e ji bo fêrbûna keman û piyanoyê metodên Kurdî dihewîne.
Akademiya Ma Muzîkê ku sala 2017’an li Amedê bi şîara “Ji bo her kesî muzîk li her derê muzîk” dest bi xebatên xwe kir, bi projeyên nû yên derbarê muzîkê de xebatên xwe didomîne.
Akademiya Ma Muzîkê wekî projeyên xwe yên dîtir ji bo projeyeke nû li gel Enstîtûya Goethe ku sefaretxaneyên Swêd, Holanda, Fransa û Almanyayê piştgirî didinê miracaet kir û miracaeta wan hate qebûlkirin. Navê projeyê ‘’Ji lorîkan ber bi senfoniyan rêwitiya newayan’’ e ku 1’ê Hezîranê dest pê kiriye. Parçeyek vê projeyê jî ew bû çapkirina pirtûka ji bo keman û piyanoyê bi metodên Kurdî ye. Ew pirtûka ku di Kurdî de wê bibe yekemîn, teqrîben meha Mijdarê li ber destan be.
Ew ê bibe yekemîn
Koordînatorê Akademiya Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar der heqa projeyê de û pê re der heqa pirtûkê de peyivî. Şêrko Kanîwar got: ‘’Taybetmendiyeke van metodan heye, di cîhanê û dîroka muzîka Kurdî de cara yekem bi newayên Kurdî ji bo piyano û keman wê metod bên hazirkirin. Niha me bi dest amadekariya projeyê kiriye. Muzîkjenê Kurd Brûsk Zanganeh ji Swêdê bi telekonferansê beşdarî amadekariyan dibe. Piyanîstê Bolîvyayî Sergio Escalera ku ev çar sal in em bi hev re dixebitin ji Portekîzê bi telekonferansê tevlî dibe. Ji Ma Muzîkê jî ez û Mamosta Ramim tevlî dibin. Hefteyê carekê bi awayekî sîstematîk em bi telekonferansê civînên xwe li dar dixin. Em difikirin ku di meha mijdarê de pirtûka me çapkirî be û li hemû sazî û dezgehên ku karê muzîka Kurdî dikin belav bikin.”
Bi sê zaravayên Kurdî
Kanîwar, da zanîn ku bi giştî 11 kes di projeyê de cih digirin û wiha axivî: “Hinek tenê nota dinivîsin, hinek heval stranan dihilbijêrin. Wê hinek kes mîzanpajê bikin. Wergêr dê werin kirin. Zimanê pirtûkê bi zaravayê Kurdî kurmancî ye. Tekstên wê dê bi Kurmancî bin lê melodî wê bi Zazakî, Soranî û Kurmancî bin. Hejmara stranan hêj nediyar e. Rast e, stranên ji bo keman û piyanoyê hatine nivîsandin hene. Lê mixabin wek metod ji sedî sed kurdewar be û ji nav newayên Kurdî hatibin girtin, heta niha nehatine amadekirin. Ji bo wê jî ev berhem dê bibe yekem berhem û ew ê rê li pêş ciwanên nû vekin ku karibin van metodan dewlemendtir û xurttir bikin. An ku dê di asta cîhanî de metodên fêrkirina piyano û keman dê bên amadekirin.”
Her wiha Kanîwar got, dixwazin di çarçoveya vê projeyê de konserekê jî çêkin bes ji ber şewba vîrûsa koronayê dibe ku çênebe û projeya xwe li ser platformên dijîtal parve bikin.