Ji Jinnewsê Roza Metîna bi şair Evîndar Kurdistan re peyiviye. Ew dibêje, mirov bi kîjan zimanî binivîse, xizmeta wî zimanî dike. Evîndar Kurdistan ji gundekî Navçeya Farqînê ya Amedê ye. Kitêba wê ya helbestê ya yekê ye ‘Evînistan’. Lê beriya ew bi Kurdî binivîse, wê du salan bi Tirkî nivîsiye. Bi gotinên wê, “siûda” wê hebû zû li Kurdî vegeriyaye.

Evîndarê şiira xwe ya ewil ji bo birayê xwe yê li gund nivîsiye, çaxê ew li Êlihê. Ew çarîneya bi tirkî jî paşê wergerandiye Kurmanciyê.

Evîndarê li ser şiir û civakê gotiye, “Em Kurd li gorî gelên cîhanê hinekî din helbestî ne. Ji ber bedewî û bindestiya welatê xwe, her kurda xwenas helbesteke xwe heye. Helbest civakê xweşik û ronî dike û ruh dide hestên civakê yên mirî. Loma helbest di nava her civakê de cihekî taybet digire.”

Li gorî Evîndarê mirov bi kîjan zimanî binivîse, xizmeta wî zimanî dike: “Min 2 salên destpêkê bi Tirkî hestên xwe dinivîsandin. Ez dikarim bibêjim, hindik mabû bi ber pêlên asimilasyonê bikevim. Lê xwe bi siûd hîs dikim ku bala min zû çû ser Kurdî. Ez gihîştim wê baweriyê ku kesek ji ziman û çanda xwe dûr bikeve, ew ji xwebûn û hebûna xwe jî bi qasê ezman û erdê dûrî hev dikeve. Tu bi kîjan zimanî binivîsînî, bêguman tu xizmeta wî zimanî dikî. Pêwîst e nivîskar ji bîr neke ku, helbesta ew ê bi zimanê xwe ava bike, ew xwediyê wê ye.”

 

JINNEWS/AMED