Şaredariya Bajarê Mezin ji 1996'an û vir ve xebata tendûristiyê dimeşîn e û bi Şarederiya Navçeya Rezanre jî ji 2009' an û vir de bi avakirina sasiya tendûristiyê ji bo tentûristiya zarok û dayikan bi xebatek hevpar xizmetê dimeşîn e. Di vê saziyan tendûristiyê de li tevahiya nevenda bajar, navçe û gundan bê pere xizmeta tenduristiyê didin. Bêyî ku cudahiyê têxin navbera welatiyên xizan xizmetê didin hemû kesan. Bi taybetî jî kesên bê ewlehiya tendûristiyê.
Der barê xismetên navenda tendûristiyê de Doktor. Ozlem Sezgîn Anli diyar kir ku di radeya yekemîn de ew xizmetê didin gel û di navenda wan de polîkilînîgên labaratûar, Rontgen, dev û diran û plansaziya malbatî heye. Anli, da zanîn ku di xizmetê de sînorê temen û zayendiyê tune û di navenda tendûristiyê de beşa lezgin, enjeksiyon, pansûman, tehlîlê xwînê, mîzê, zerikê, tîfo, brûsela, şekirê xwînê û hwd hene. Anli, aşkera kir ku li gel van xebtên li navendê, xebatên bi saziyên wekî; TTOB, SES, Gunişigî, Sarmaşik û rêxistinê jina re bi awayekî hevpar di xebitinin perwerhiya tenûristî, alîkariyan malbatên xizan, li bajar, gund û navçeyan semînerên ji bo parastina ji nexweşiyên vegirtinê didin. Anli, da zanîn ku wan sala borî zêdeyî 40 gund û gelek navçeyan perwerdehiya zayendî, hawirdorî, dev û dirana dane û bê pere firçe û mehcûnê dirana li welatiyan belavkirin e.
Xizmet ji bo kesên xizan
Anli, destnîşan kir ku di navenda tentûristiyê de nexweşên serî li wan didin bi hemû pirsgirêkên wan ên nexweşî re eleqedar dibin û wiha got; "Nexweşên ku serî li me didin, piraniya wan jin û zarokin û kesên ji aliyê dewletê ewlahiya wan a tendûristiyê tuneni. Em li vir ji muayineya wan bigre heta dermanê wan ji aliyê saziya xwe didin. Di nava saziya me de dermanxane ya me haye. Dermanê di dermanxaneya me de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê pêşwazîkirin." Anli, diyar kir ku ew her salê carekê alîkariya ardê Gulutensîz didin Komeleya Çolyakê.
Bijîk Anli, der barê kesên ku ewlehiya wan a tendûristiyê heye û serî li wan didin jî wiha got; "Welatiyên nikarin perê ku dewlet ji wan dibirin ên wekî muayineyê û birîna perê tevlî kirinê ya dermana bidin jî gelek e. Tenê ji aliyê dewletê dayîna ewlehiyê nebes e. Ji ber vê yekê welatiyên me yên ewlehiya wan hene lê nikarin perê mîanê û dermana bidin serî li me didin."
'Bi tercûmê xizmeta tendûristiyê neye dayîn'
Doktor Anli, bibîr xist ku sedema ku welatî wan dibijêrin weletî hemû bi zimanê Kurdî xwe baş di karin îfade bikin û wiha got; "Hemû xebatkarên me bi zimanê Kurdî di zanin. Li gel vê yekê zimanê me yê xizmet û têkiliyê bi Kurdî ye. Nexweş jî ji vê rewşê gelekî kêfxweş û razî ne. Ji bo wê em dibêjin bi tercûman xizmeta tendûristiyê neye dayîn."
'Di salekê de xizmet da 26 hezar û 697 welatiyan
Anli destnîşan kir ku wan di sala 2012'an de li saziyê bi du bijîjkan, wan xizmet daye 26 hezar û 697 hezar welatiyan. Li gorî van dayîna wiha ye; di beşa polîkîlînîka de 8 hezar û 586, polîkîlînîka dirana 110, beşa lezgin enjeksiyon-dermankirina birînê 5 hezar û 717, Labaratûvar 3 hezar û 296, Aşî 634, zarokên bê nexweşî 791, Plansaziya malbatî 3 hezar û 235, Rondgen 589, şêwirmendiya şîr dayînê 433, şêwirmendiya xwarin dayinê 601, bi Ambulansê sewqa nexweşa 289 û dermanxane 2 hezar û 416, bi tevahî ji 26 hezar û 697 hezar welatiyan re xizmet hatiye dayîn.
DÎHA/AMED