Doh doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê Berê Selahattîn Demîrtaş li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê pêk hat. Polîsan destûr neda ku heyetên ji derve û rojnamevan bikevin holê.

Piştî tespîta nasnameyê, Demîrtaş dest bi parastinê ya rastî dadgehkirina dewleta Tirk kir. Demîrtaş ji bo balê bikişîne ser girîngiya zimanê Kurdî parastina xwe bi Kurdî dest pê kir. Demîrtaş di destpêkê de çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 36 roj e li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike, silav kir û tecrîda li Îmraliyê şermezar kir.”

Divê bêalî û serbixwe be

Selahattîn Demîrtaş bang li heyeta dadgehê kir û got, “Du daxwazên min ji heyetê hene. Hûn wek heyeta dadgehê ji bo bêalî û serbixwe vê darizandinê birêve bibin, divê destpêkê hûn ji vê darizandinê vekişin û nebin aliyê bêhiqûqiyê.”

 

MA/ENQERE