“Dema ku pêwendî bi Îmraliyê re hebû, gelên Tirkiyeyê atmosfera  aştiyê û derfetên pêkvejiyanê dîtin. Îro tiştê ku tê tecrîdkirin, hêviya aştiyê û îradeya çareseriyê ye. Atmosfera reş a şer, qeyran û kaosa li Tirkiyeyê, ji tecrîda Îmraliyê dest pê kir. “

Çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîda Ocalan di roja 30’an de dewam dike. Li gelek bajaran parlamenterên HDP’ê ji bo 3 rojan çalakiya grevê pêk anîn û piştgirî dan çalakiya Leyla Guven. Li Amedê jî piştî çalakiya 3 rojan doh bi tevlêbûna nûneren rêxistinên civakî û partiyên siyasî li avahiya HDP’ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk hat. Nûneren KCD´ê, HDP´ê, DBP´ê,TJA, Meclisa Dayikên Aştiyê û Komeleya Xizmên Girtiyan (TUAY-DER) tevlî daxuyaniyê bûn.

Hemû qaîdeyên hiqûqî tên binpêkirin

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk daxuyanî xwend. Berdan Ozturk got, ev qêrîn û raperîn ji bo pêkanîna hiqûqê ye û wiha peyivî: “Birêz Abdullah Ocalan ji sala 1999’an heta niha li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de ye. Hemû qaîdeyên hiqûqî û nirxên mirovayetiyê tên binpêkirin û birêz Ocalan ji sala 2011’an heta niha bi parêzerên xwe re, ji sala 2015’an heta niha bi Şandeya Îmraliyê re û ji sala 2016’an ve nikare bi malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Li gel biryara DMME’yê, raportên CPT’ê, mafên bingehîn ên yasayî yên birêz Ocalan tên binpêkirin.”

Her ku diçe gurr dibe

Ozturk, destnîşan kir ku dema hevdîtin hebûn aştî hebû û wiha dewam kir: “Dema ku pêwendî bi Îmraliyê re hebû, gelên Tirkiyeyê atmosfera  aştiyê û derfetên pêkvejiyanê dîtin. Îro tiştê ku tê tecrîdkirin, hêviya aştiyê û îradeya çareseriyê ye. Atmosfera reş a şer, qeyran û kaosa li Tirkiyeyê, ji tecrîda Îmraliyê dest pê kir. Ev gerîneka şer a li Rojhilata Navîn û pêvajoya pevçûnê ya li Tirkiyeyê her ku diçe gurr dibe, encama van polîtîkayan e. Birêz Ocalan bi fikr û ramanên xwe û bi rêbazên resen ên têkoşînê, zanayekî vê serdemê ye. Qutkirina pêwendiya Birêz Ocalan a bi civakê re, rê li ber hilweşandina civakî vedike, serdestiya rejîmên zordest û feraseta tundrew li ser civakê ferz dike.”

Daxwazeke mirovî û mafdar e

Berdan Ozturk  herî dawî xwest bi lez tecrîd bê rakirin û got: “Ji bo ku bi awayekî demildest tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin, Parlamentera HDPê ya Colemêrgê Leyla Guven 30 roj e di greva birçîbûnê de ye. Greva birçîbûnê ya ku bi daxwaza rakirina tecrîdê hatiye destpêkirin, bi beşdariya gelek girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê û bi endamên HDP, DBP, KCD û TJA’yê û bi parlemanteran dewam dike. Ev qêrîn û raperîn dê gurr bibe û ihtimal e ku bigehê asteke xeternak û tesîrê li her kesî bike. Lewre, em bangî hemû hêzên demokratîk û aştîxwaz dikin ku li dijî vê tecrîdê derkevin û aştiyeke mayînde pêk bînin û piştgiriya jiyaneke hevpar bikin.”

 

 MA/AMED