Ayşe Işik a “Bi lingên xwe, xwe li jiyanê digire”, bi wêneyên ku bi lingên xwe çêkiriye pêşangehek vekir û ji bo hevalên xwe yî astengdar jî ev pêşniyarî kir: “Ji bo serketinê, hewldan divê.” 


Ayşe Işik (30), li Gundê Uçgozê yê Bêhiştiya Semsûrê dema hîn 5 saliye her du destên wê dikevin ber makîneyeke çandiniyê û jê dibin. Niha ji bo Işikê azweriya jiyanê wêne çêkirin e û vê jî bi lingên xwe pêk tîne. Işik diyar dike ku 3 salên ewil wê di warê bicihanîna pêdiviyên xwe zehmetî dikişand û got, pişt re wê bi alîkariya malbata xwe ji dêvla destên xwe lingên xwe bi kar aniye û bi vî pêdiviyên xwe bi cih tîne. Işik, wêneyên ku bi lingê xwe çêkiriye û pirtûka bi lingên xwe nivîsandiye, li gelek bajarên cuda yên Tirkiyeyê bi pêşangehan jî dide nasandin. 


Heta niha 30 peşangeh vekirine 

Işik diyar kir ku piştî wê dibistana navîn qedandiye, tevî malbata xwe li Stenbolê bi cih bûne û li vir, piştî wê 6 mehan ji wênesazan dersên taybet dîtiye. Işik piştre jî pêşangeha xwe yî wêneyan a ewil vedike û anî ziman ku heta niha wê 30 pêşangeh vekirine. Işik got, dema ew wêneyan çêdike qet zehmetiyan nakêşe û wiha axivî: “Mirovên destê wan hene çawa bêyî zehmetiyan bikêşin û wêneyan çêdikin, ez jî bi lingên xwe bêyî zehmetiyan bikêşim wêneyan çêdikim. Ez li ser qelemrejî û boyaxên rûnî dixebitim. Carinan hin wêneyên bêwate çêdikim.” 



‘Min xwe bi tenê hîs dikir’ 


Işik ani ziman ku beriya ew li Stenbolê bi cih bibin, wê ji ber astengdariya xwe tenê hîs dikir û wiha peyivî: “Dema em li Stenbolê bi cih bûn, ez çûm gelek komeleyên astengdaran. Dema min mirovên ji xwe xerabtir (astengdariya wan) dîtin, min ferq kir ku tenê ez ne astengdar im, yên wek min hene. Heta wê çaxê jî min xwe tenê hîs dikir. Çimkî, li Semsûrê min mirovên astengdar nas nekirin. Min her tim dipirsî, ‘Qey ez tenê wisa me?’” 



Hewldan divê ji bo serkeftinê


Işik, li gel wêneyên ku bi lingên xwe çêdike, der barê zehmetiyên astengdariyê jî bi navê “Bi Lingê Xwe, Min Xwe Li Jiyanê Girt” jî pirtûkek nivîsandiye. Işik got, pirtûka wê yê ewil baweriyek daye wê û ew ê di siberojê de pirtûka duyemîn jî binivîse û wiha axivî: “Ji bo astengdar daxilî civakê bibin, divê mirov nîşan bide ku tu ferqa wan ji mirovên din tuneye. Di warê hilberînê de, dixwazim hevalên astengdar di nav hewldanan de bin. Peskirina ji ber astendgdariya xwe, ne tiştek baş e. Ji bo serketinê, hewldan divê.”  


 SEMSÛR