Qederê ji çar paran yekê gerdûnê li gorî texmînên zanyaran ji madeya tarî ye. Niha lêkolînek dibêje, mumkin e qismek ji vê madeyê fena zerreyên pirr bi lez hereket bike û di nava goştê mirovan re biçe. Ya rastî derba madeya tarî ewqas germê çêdike ku diviya ji xwe re tuneleke piçûk di nava laşê mirov re çêke; goştê tesîrê lê dike jî bihelîne û bike dûxan.
Helbet ev li gorî teoriyê ye. Li gorî lêkolînê madeya tarî ku di asta bin atomê re heta niha lê dhita gerîn, di teoriyê de dikare weke zerreyên mezintir jî hebe -madeya tarî ya makroskopîk. Ev zerreyên makroskopîk jî dikarin bi tişteyên fizîkî re tesîrê li hev bikin. Dema ev bibe jî dikarin “zirareke mezin” li wê tişteya fizîkî bikin. Ji bo balê bikişîne ser vê yekê jî navê lêkolînê kirine “Death by Dark Matter” (Bi madeya tarî mirin).
Li gorî lêkolîneran derbeke bi zerreyeke wisa dikare tesîra guleyeke tivingê li laşê insanan bike. Lê ev teorî ye. Jixwe hîna nû ev çend dehsalek in ku lêkolînên li ser van mijaran dikarin bên kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN