Gerînendeyê Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Fuat Ozdemir 3'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê weke encama xebateke komîn bi nav kir û got: "Me ji herçar parçeyên Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê şanoger anîn cem hev û bi hev re xebateke komîn da meşandin."
Mîhrîcana îsal ji aliyê komîna şanoyê ve hate amadekirin. Gerînendeyê Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Fuat Ozdemir diyar kir ku yek ji armancên meclîsa şanoyê ew e ku şanoyê bigihîne civakê, wan di mîhrîcanê de pêngava yekem avêtiye.
Cûdahiya Mîhrîcana 3'yemîn ji mîhrîcanên din ew bû ku mîhrîcan ji aliyê komîna şanoyê ve hat amede kirin.
Meclîsa şanoyan li dar xistin
Ekîbên şanoyan di 3'yê Tîrmeha 2015'an de civiyan û meclîsa şanoyê li dar xistin. Şanogerên Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firat, Navenda Çandê ya Mezopotamya, Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û komên şanoyê yên Dîlok, Agirî, Şirnex û Wêranşarê tevlî civînê bûn.
Ji her çar parçeyên Kurdistanê
Mihrîcana Şanoyê ya Amedê ji aliyê meclîsa şanoyê ve hat amede kirin. Fuat Ozdemir diyar kir ku yek ji armancên meclîsa şanoyê ew e ku şanoyê li bajar, tax, kolan heta bi gundan bigerînin û bigihînin civakê. Ozdemir da zanîn ku armanca duyem jî ew e ku hemû şanogerên Kurd di bin banekî de kom bikin û çareseriyê ji pisgirêkên şanoya Kurdî re bibînin. Her wiha Ozdemir got, wan bi 3'emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê pêngava yekem avêt û wiha axivî: "Me ji herçar parçeyên Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê şanoger anîn cem hev û bi hev re xebateke komîn da meşandin."
Ozdemir got, heta niha şanoya Kurdî wek reklam dihat dîtin, lê wan di vê mîhrîcanê de dît ku kalîteya şanoya Kurdî gihiştiye asteke bilind.
Pêvajoya şer hêza hunerê neşikand
Ozdemir anî ziman ku mîhrîcan di navbera 15 û 22'ê Mijdarê de hat lidarxistin, 12 kom tevlî mîhrîcanê bûn û wiha axivî: "Dema ku me biryara amedekirina mîhrîcanê da, em hizirîn ku ji bo rewşa şer ya li bajarên Kurdistanê gel elaqeyê nîşanî mîhrîcanê nede. Lê dema em bi gel re axivîn, me dît ku gel dixwaze li kêleka tekoşîna çekdarî, tekoşînê bi hunerê jî bide meşandin. Me biryar da ku em mîhrîcanê li dar bixin."
Elaqeya zarokan zêde bû
Ozdemir da xuyakirin ku wan bi vê mihrîcanê peyama xwe gihandin gel û bi giştî 5 hezar kes tevlî mîhrîcanê bûn û gotinên xwe wiha dewam kir: "Di heman demê de elaqeyek zêde ya zarokan ji bo şanoyên zarokan ên hebû. Du sed kes jî wek mêhvan tevlî mîhrîcanê bûn û 30 kes ji wan mêhvanan heta mîhrîcan bi dawî bû bername şopandin."
Akademî hêzê didin
Ozdemir di dawiya axaftinên xwe de qala giringiya akedemiyên hunerî yên Kurd kir û wiha axivî: "Me di mîhrîcanê de dît ku bandoreke erênî ya akedemiyên hunerî yên Kurdan ên wek Konserutuvara Aram Tîgran û Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn li ser şanoya Kurdî heye. Ji van akedemiyan komên şanoyê tevlî mîhrîcanê bûn û gelek şanogerên ji cihên din hatî jî derketiyên van akedemiyan in. Divê gelê Kurd li van akedemiyên hunerî derkeve."
DÎHA/AMED