Di merasîma li Şehîdgeha Şehîd Mehmet Karasûngûr de, dayika Firat Bagok (Ridvan Ortaç) Sara, bavê wî Bahattîn Ortaş, xalê wî Huseyîn Yagizay, Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Bozan Tekîn, Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nedîm Seven, Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Zekî Şengalî, ji fermandarên gerîla Sakîne Zînê û gelek gerîla amade bûn.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Bozan Tekîn li merasîma leşkerî axaftinek kir û destnîşan kir ku tevî temenê ciwan ê Firat Bagok jî, ew bûye xwedî sekneke ku çand û exlaqa PKK'ê temsîl dike.
Di merasîmê de bav Bahattîn Ortaç jî axaftinek kir. Bav Ortaş li ser navê mablata xwe tevahiya gerîla silav kir û got, "Heta dilopa dawî ya xwîna xwe emê bi şehîdan re dilsoz bin. Serê me bilind e."
Dayik Sara Ortaç jî ji tevahiya gelê Kurd re sersaxî xwest û got, "Ew ne tenê şehîdê me ye, şehîdê me hemûyane."
ANF/QENDÎL