Malbata gêrîlayê HPG’ê Nasir Rûhîzade yê bi nasnavê Aso Mahabad ku li Mahabadê ji dayîk bûye û di 22’ê Cotmehê de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dabû û malbata gêrîlayê HPG’ê Mecîd Behreng yê bi nasnavê Dilgeş Dilovan ku li Selmasê ji dayîk bûye û di 1’ê Kanûnê de li Xarpêtê di şer de jiyana xwe ji dest dabû cenazeyên wan ji Meletî girtin. Ji ber ku Îranê destûr nade ku cenazêyên gêrîlayan bibin bajarên lê ji dayîk bûne, malbatên her du gerîlayan cenazeyên wan birin navçeya Ranyayê ku dikeve ser sinôrê Îranê. 
Girseyê cenazeyên her du gerîlayan ji deriyê sînor Îbrahîm Xelîl wergirtin û ber bi bajarê Dihokê ve bi rê ketin. Karwana cenazeyê dema li Dihok, Akrê, Hecîava, Çarqurne û Ranya derbas bûn, rasta eleqeyek mezin ya gel hatin. Dema ku cenaze gihiştin goristana şehîdan ya li navçeya Ranya, bi sloganên ‘Şehîd Namirin’ hatin pêşwazîkirin. Li Ranyayê bi beşdarbûna PÇDK´ê, Tevgera Hemwelatiyên Azad û Wekhev û girseyeke qelabalix merasîma cenazeyê pêk hat. Cenazeyê gêrîla Aso Mahabad û Dilgeş Dilovan li gorîstanê li gel hevalên xwe hatine defin kirin. Merasîm bi sloganan bi dawî bû.


ANF/RANYA