Kesê bi navê Hemaîl Adak der barê mijarê agahî da û anî ziman ku piştî gundê wan hat şewitandin neçar man gundê xwe terk bikin. Di sala 2010'an de di bin navê Projeya Koykent de 383 mal hatin çêkirin. Ji ber hezazê malên ku hatine çêkirin xesareke mezin dîtin. Ji ber hezazê dîwarên malan derizîne. Gelek malbat ji ber hezazê gund terikandin û welatiyên ku derfetên wan aborî nîn in di malên xesar de rûdinên. Her wiha dibistana gund û ocaxa tenduristiyê jî bi xesar bûne. Ger tedbîr neyên girtin dê jiyana xwendekar û welatiyan bikeve xetereyê.
Hemaîl Adak da zanîn ku piştî gundî wan hat şewitandin li van avahiyan hatin bicihkirin, 15 sal in di van avahiyan de dimînin û wiha axivî: "Gundê me hat şewitandin û wêrankirin. Em li vir hatin bi cih kirin, lê ev avahî jî hildiweşin. Dewletê bi avahiyên sexte em bi mirinê re rû bi rû hiştiye."
'Bi qedera xwe re rû bi rû hatine hiştin'
Welatiyê bi navê Halîl Durmuş piştrast kir ku avahiyên ji bo wan hatine çêkirin xesar dîtine û ev tişt anî ziman: "Ev 15 sal in em bi tirs li benda mirinê ne. Dewletê avahiyên sexte çêkiriye û hemû bi xesar in. Em bi tirs radizên û bi tirs hişyar dibin. Em li vir bi qedera xwe re rûbirû hatine hiştin. Dewletê kesên ku di şewitandina gundan de nemirine, bi avahiyên sexte ve bi mirinê re rûbirû hiştiye."
Texrîbatan ji holê ranakin
Zumeyra Durmuş destnîşan kir ku bi salane rastî dewlet zilmê li wan dike û wiha axivî: "Gundê me pir xweş bûn û hatin şewitandin. Em perîşan bûn. Wekî ku ev têrê nake, em li avahiyên sextê hatin bi cih kirin. Avahî hildiweşin. Wan herêma erdhejê ye û li vir hezaz pêk tên. Em gundê xwe û paşeroja xwe dixwazin. Dewlet mecbur e texrîbata pêk aniye çareser bike. Bila hemû cîhan bibîne çi hatine serê me. Dibe ku li vî gundî bi hezaran kes bimirin."
Her wiha dîwarên li dora kalekolê hatiye çêkirin, ji ber hezazê hilweşiyan û dibe ku kalekol hilweşe.