Koordînasyona Navenda Platforma ‘NA’ ya li Ewrûpayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û da diyarkirin ku ew weke şoreşger, mirovên pêşverû, welatparêz, Kurd, Tirk, Laz, Çerkez, Asûrî, Ermenî, Elewî, Êzidî Xiristiyan, Misilman, rewşenbîr, rojnamevan, akademîsyen, jin û ciwanên mûxalîfên desthilatdariya AKP’ê yên li Ewrûpayê, li hev civiyan e û Platforma ‘NA’ ava kirine. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku deriyê plafromê li beşdariyên nû vekiriye û hat gotin: “Armanca bingehîn a platformê ew e, ku di referandûma têkildarî rêveberiya yekperestiyê de, kampanya ‘NA’ bi xurtî û berfirehî li nava civakê bimeşînin.”
Platformê, êrîşên piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê, girtina Hevserokên HDP’ê, parlamenter, hevşaredar, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl bibîr xist û destnîşan kir ku bi vê guhertina Destûra Bingehîn re tê xwestin, ev êrîş û faşîzma li dijî mûxalîfan mayînde bikin.
Bang li her kesî dikin
Koordînasyon diyar dike ku ji ber ku ew Destûreke Bingehîn a Demokratîk diparêzin, ji vê guhertina destûra bingehîn re dibêjin NA! û dibêje: “Werin em bi hev re, ji bo welatekî wekhev, demokratîk û azad, di referandûmê de bêjin ‘NA’.”
AvEG-Kon jî dibêje NA!
Konfederasyona Koçberên a Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) li ser referandûma, ku wê dîktatorî pêşkêşî dengdanê bê kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku barbariya faşîst bi hemû derfetên Rewşa Awarte û biryarnameyan, li Kurdistan û Tirkiyê êrîşî mûxalefeta demokratîk, şoreşger û gelan dike.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Erdogan ê faşîst, bi dîktatoriyê dixwaze welêt vediguherîne gola xwînê û ji bo desthilatdariya xwe ya faşîst zexm bike, Destûreke Bingehîn a Faşîst pêşkêşî referandûmê dike.”
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, ku pêkane referandûm di meha Nîsanê de ye û hat destnîşankirin, ku bersiva herî watedar a ji Erdogan ê faşîst û derdora wî re bê dayîn, dengê ‘NA’ ye.
AvEG-Konê, girtina Hevserokên HDP’ê, siyasetmedar, rojnamevan, akademîsyen, jin û ciwanan bibîr xist û got, “Li dijî zilma faşîst, bersiva me ya li Ewrûpayê ya li hemberî dîktatoriyê, wê careke din ‘NA’ be.”
AvEG-Konê bang li her kesî kir, ku li dora kampanyaya ‘NA’ li hev bicivin û têkoşîneke hevgirtî bi xurtî bimeşînin.
NAVENDA NÛÇEYAN