Guven: Bi coşa pêşengiya li berxwedana bi dirûşma, 'Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê rizgar bikin', li têkoşîna xwe ya bi hêza gel zêdetir asê bibin, û bi ser bikevin. Berxwedan wê me bi ser bixe. Lewma jî ez bangê li we dikim hûn jî li ber xwe bidin.
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku ev 78 roj in li Girtîgeha tîpa E ya Amedê li dijî terîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, nameyek ji TJA´yê û jinan re şand û got, “Bi enerjiya diherike Îmraliyê, teqez tecrîd wê bişikê. Li her derê û li her derê em ê serketinê bi dest bixin û têkoşînê bi serketinê bi encam bikin."
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi daxwaza bidawîkirina tecrîdkirina Abdullah Ocalan ev 78 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger de ye. Guven ji Hepsa Tîpa E ya Amedê nameyek ji Tevgera Jinên Azad (TJA) re şand.
Leyla Guven nameya xwe di roja 71´ê ya çalakiya xwe de nivîsiye. Ew hevrêyên xw eû azadîxwazan "bi coşa dil a serketinê" silav dike, û qewleke civaka Êzîdî, ''Li ser xaka me pêşî jin şiyar dibin, piştre roj dihile û jin rojê tînin tînin'' bi bîr dixe, paşê dibêje: "Çi xweş hatiye gotin, ne? Çi qasî jinên berxwedêr ên dema me vedibêje ku li dijî taritiyê diqaqibin û li bereyên pêş li ber xwe didin."
Guven berxwedana li zindana Amedê bi bîr dixe, peyama jin hişyar bûn dide û dibêje, "Çi digot yekê ji wan jinên ku bi berxwedanê xweşik bûyî, bi dengê xwe yê zelal, 'her dil strana xwe dibêje'. Weke her demê, her pêvajoyê û her şoreşê, ev stran jî ya me jinan e. Bêyî ku em hev bibînin û bi hev re biaxivin, di vê têkoşîna me de zimanê me bûye yek! Baş e, tişta ku wê bê kirin, diyar e. Bi enerjiya ku diherike, tecrîda li Imraliyê wê rabe. Li her deverê em ê serketinê teqez bikin."
Tecrîda bêqidoş wê bi dawî bibe
Leyla Guven grîngiya têkoşîna roja îro jî wiha îafade dike: "Di vê pêvajoya dîrokî de û di rêya berxwedanê de bi qasî serê derziyê jî ji baweriya xwe em neketin şikê û dudilî nebûn. Ji ber ku me tabûta Imraliyê ku li dijî aqil, wijdan, exlaq û hiqûqê ye, van 21 salan ti carî qebûl nekir, û me ev li pêş aştiyê weke astengekê dît. Me tim got ên ku ev pergal ava kirin, sêwirandin, pêk anîn wê hesabê vê bidin dîrokê! Ew ê bibe rûreşiya mirovahiyê û di rûpelên dîrokê de cihê xwe yê bêqidoş bigire."
Em Kurdistanê rizgar bikin
Leyla Guven di dewama nameya xwe de banga xurtkirina têkoşînê li jinan kir: "Em dizanin; çi qas têkoşîn, ew qasî azadî. Em ne teslîmîyeta lîberalîzmê û ne jî ferzkirinên faşîzmê qebûl dikn. Em hevrêyên wan in, ên ku rê û xeta xwe afirandine, rêya alternatîf, rêya sêyem danîne, me ne rêya ku 'divê em li ser bimeşin', diyar kiriye, me rêya ku em ê li ser bimeşin diyar kiriye, û bi gavên jixwebawer di vê rêyê de dimeşin.
Bi vê maneyê, bi coşa pêşengiya li berxwedana ku bi dirûşma, 'Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê rizgar bikin' me dayî destpêkirin, bi baweriya ku li hundir û derve bi helkehelk li têkoşîna xwe ya bi hêza gel zêdetir asê bibin û bi ser bikevim û bi ser bikevin. Berxwedan wê me bi ser bixe. Lewma jî ez bangê li we dikim hûn jî li ber xwe bidin.
Bi vê baweriyê bi bêrî û hezkirineke ku naqede we hembêz dikim, dilê we yê şoreşger bi hezaran caran maçî dikim."
MA / AMED
Berxwedana li hepsan
Grevên birçîbûnê yên bêdawî û nedorveger ên bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirî, pêl bi pêl belav dibin. Heta niha li 57 hepsan 224 hepsî di greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger de ne.
Herî dawî, Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel û parlamentera berê ya HDP'ê Selma Irmak 15'ê Çileyê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger kir. 16'ê Çileyê jî 5 hepsiyên li du hepsan eşkere kir ku wan jî dest bi grevê kiriye. Bi qasî ku hatiye zelalkirin heta niha li 57 hepsan 224 hepsiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger kiriye. Hepsî dibêjin, heta dawî li tecrîd û zilmê neyê, ew ê berxwedana xwe bi biryardarî bidomînin.
ANF/AMED