Nivîsakar Manuel Martorell ê herêma BASK’ê ya Spanyayê, doh di bloga xwe de ya rojnameya Spanî ‘Cuarto Poder’ de, nivîsek bi navê “Wezareta Derve ya DYA’yê min weke terrorîst bi nav dike, ji ber ku ez behsa trajediya gelê Kurd dikim” weşand.

Xwediyê pirtûka “Kurdistan: Rêwîtiyek ber bi welatê qedexe ve”, dibêje ku di meha gulana borî de daxwaza rêdana bi rêya înternetê ji bo serdana Amêrîkayê tijî kiribû, lê daxwaza wî hate redkirin. Despêkê jê re gotibûn ku navê wî li ba wan hatiye qeydkirin wek kesek ekuadorî ku li dijî wî doz hatine vekirin li Amêrîkayê. Piştî çar mehan ji danûstandina bi balyozxaneya Amêrîkayê li Madrîdê, Manuel nameyek ji wezareta derve ya Amêrîkayê wergirt. Wî jî vê belgeyê weşand, di nameyê de hatiye gotin ku mafê wî ji bo sedrana Amêrîkayê nîne ji ber “çalakiyên wî yê di warê terorê de”.

Derbarê vê tawanê Manuel Martorell dibêje ku ji ber karê xwe di ragihandinê de di van 30 salên borî de serdana gelek perçeyên Kurdistanê kiriye û ligel gelek rêxistinên kurdî re weke PKK têkilî daniye, lê ev nayê wateya ku ew piştgiriya ti rixistineke siyasî dike.


Ji aliyê Kurdan gelek tê hezkirin

Dîroknas, nivîskar û rojnamevan Manuel Martorell ji aliyê Kurdên Spanyayê gelek tê hezkirin. Wî jî gelek çalakî û pêşangeh derbarê Kurdan de lidar xistine. Bi rêya rêxstineke BASK’î gelek alîkarî ji Kurdistanê re şandiye, ew tekane rojnamevanê ku derbarê bûyerên li Kurdistanê rû didin de dinivsîne. Hemû êşên Kurdan li her derê bi zimanê spanî ji bo 500 mîlyon kesên bi zimanê spanî di axivin, vedibêje.

Kurdan jî ji bo piştgiriya Martorell kampanya da destpêkirin: 

https://www.facebook.com/ActualidadKurda


ZINAR ALA/ANHA/MADRÎD