
CENEVRE
‘Pêwîste Kurd serbixwe biçin Cenevreyê’
Li bajarê Qamişlo nûnerên Komîteya Têkiliyên Diplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û nûnerên Partiya Yekîtî a Demokrata Kurd li Sûriyê (Yekîtî) lihev civiyan û rewşa Rojvayê Kuridistanê û mijara civîna Cenevrayê nirxandin. Di civîna ku li navenda Yekîtî ya li taxa Rojava a Qamişlo hate lidar xistin de endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl, ji Komîteya Têkiliyên Dipomasî ya TEV-DEM`ê Ebdilkerîm Umer, Xedîce Ibrahîm, Hekem Xelo, Taha Şêxmûs, Ciwan Fatimê û ji Partiya Yekîtî jî cîgirê Sekreterê Partiyê Mistefa Meşayix û endamên Desteya Rêvebiriyê Xebat Mihemed û Masûm Davûd beşdar bûn.
Di civîna ku du seetan dewam kir de rewşa Rojavayê Kuridistanê û mijarên girêdayî civîna Cenevra-2 hatin nirxandin. Nûnerên herdû aliyan diyar kirin ku pêwîste Kurd bi şandeyeke serbixwe bi navê Desteya Bilind a Kurd beşdarî civînê bibin. Her wiha aliyan dane diyar kirin ku pêwîste doza gelê Kurd wek xalek serbixwe têkeve rojeva civînê û mafên rewa yên gelê Kurd bêne misoger kirin.
Herdû aliyan derbarê projeya Rêvebiriya Demî de jî nêrînên hevbeş parvekirin. Endamên Partiya Yekîtî a Demokrata Kurd li Sûriyê diyar kirin û ew piştgiriya tevlîbûna Encûmana Niştimanî a Kurd li Sûriyê di nava projeya Rêvebiriya Demî dikin.
QAMIŞLO