Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin, ku ew bawer dikin belgeya Xweseriya Demokratîk a KCK'ê di demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd de wê rola xwe rabe. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Divê li ser pîvanên bingehîn ên deklerasyona KCD'ê bi sermuzakerevanê gelê Kurd Rêber Apo re muzakere bê kirin û weke encam projeyeke çareseriyê pêşkêşî Meclîsê were kirin."


Deklarasyona çareseriyê

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, belgeya Xweseriya Demokratîk a di encama civîna KCD'ê ya 26-27'ê Kanûnê de derket holê bibîr xist û got, "Di demekê de ku berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Kurd tê meşandin, weşandina deklerasyoneke bi vî rengî ya dikare yekîtiya demokratîk a Tiriyeyê pêk bîne, ji bo têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê xwedî wateyeke mezin e. Ev deklerasyona ku çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê di zikhev de dinirxîne, em dibêjin, bila tevahiya civak û gelên Tirkiyeyê pîroz be."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Yekane şêweyê rêveberiya siyasî ya ku dikare Tirkiyeyê li ser bingeha aramî û îstikrarê di nava yekîtiyê de biparêze, demokrasî ye; şênberbûyîna demokrasiyê li herêman û nava civakê ye." 


Pîvanên deklarasyonê esas in

KCK îşaret bi pîvanên sereke yên di deklarasyonê de dike û dibje, "Divê pîvanên bingehîn ên di vê deklarasyonê de diyarkirî, bi sermuzakerevanê gelê Kurd Rêber Apo re bê muzakerekirin û weke projeyeke çareseriyê pêşkêşî Meclîsê were kirin. Girîng e Meclîs jî çareseriyeke bi vî rengî ya demokratîk di nava qanûn û destûra bingehîn de bi cih bike. Çareseriyeke li ser bingeha demokratîkbûyînê bi tenê bi vî rengî mumkin e."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK´ê ragihandina xwerêveberiyê li ser bingeha demokratîkbûyînê weke esasgirtina çareseriya pirsgirêkê dinirxîne û weha dewam dike: "Çareseriyeke li ser bingeha demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ya bi muzakereyê, bi tinehesibandina Mutabaqata Dolmabahçeyê hat redkirin. Dema li hemberî gelê Kurd şerek hat îlankirin, gelê Kurd jî ji cihên xwe dest bi pêngavên demokratîk kir û ji bo pêkanîna bingeha demokratîkbûyîna Tirkiyeyê dest bi têkoşînê kir. Dema demokrasiya xwecihî û pêngava xwerêveberiyê di vê çarçoveyê de were nirxandin, hingî deklerasyon xwedî karakterekî çareseriyê ye."


Berxwedan rewa ye

Di dewama daxuyaniyê de KCK´ê îşaret bi êrîşkariya AKP´ê kir û got, "ev polîtîkaya êrîşkar a AKP'ê careke din nîşan dide, ku berxwedana li pişt xendek û bendan mafdar û rewa ye. Bi awayekî eşkere hatiye nîşandan, ku nayê tehemûlkirin gelê Kurd bi nasname, hebûn, ziman û çanda xwe di çarçoveya destûra bingehîn a demokratîk de bibe xwedî xwerêveberiyê. Bi vî awayî ji tevahiya cîhanê re hatiye nîşandan ku xendek û bend, li hemberî vê polîtîkaya înkar û tinekirinê, berxwedan e.


Ji bo çareseriyê qelskirina AKP´ê

Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî bi dawî bû: "Heta ku li hemberî hikûmeta AKP'ê têkoşîn neyê meşandin, zîhniyet û polîtîkaya wê ya heyî neyê qelskirin, ne pêkan e ku Tirkiye demokratîk bibe û pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bibin. Li ser vê bingehê em bang li gelên Tirkiyeyê dikin ku li cem xwerêveberiyên li Sûr û Cizîrê bûne sembol, cih bigirin û li dijî AKP'ê têkoşînê xurt bikin."


 BEHDÎNAN