Li Sûrê dewleta Tirk a dagirker ji 3 paran pareke Sûrê rûxand. Niha jî êdî ecêb ji kesî re nehiştin ve dewleta şermûte. Yekîneyeke rûxandinê li taxa Lalebey a Sûrê mala malbata Ayata ku ji ferdên malbatê yek jê berasteng û yek jê jî nexweşê pişikê ye rûxand û paşê ji birayên Ayata re got, "Pardon!"
Tevî vê jî helbet zilma rûxandina xaniyan dewam dike, û welatiyên ku ji pêşniyazên madî jî aciz in, dibêjin, "Bila av û ceryana me nebirrin, bila malên me hilneweşînin, em ti alîkariyeke madî naxwazin." Li taxên Alîpaşa û Lalebeyê ev 9 roj in ceryan û ava kolanên Simar, Guneş, Çeşme, Talu, 1. Çikmaz, 2. Çikmaz û 3. Çikmazê tune ye. Welatiyên ku malên xwe naterikînin bi nerazîbûn dibêjin: "Ma qey li vî welatî kes dengê me nabihîse?"
Îca bi şaşî jî dibe!
Yekîneyeke rûxandinê ku ji meha Hezîranê ve li her du taxan malan hildiweşîne, ecêb li dinyayê nehiştin. Li Kolana Sîmarê ya li Taxa Lalebeyê mala Jimare 8'an a malbata Ayatayê bi ser serê wan de anî xwar. Koma rûxandinê bêyî tevdîran, mala bi ya malbata Ayata ve rûxand û di dema rûxandinê de mala Ayata jî hat hilweşandin. Koma rûxandinê ku xaniyê malbata Ayata ku ji ferdên malbatê yek jê berasteng û yê din jî nexweşê pişikê ye rûxand, ji malbatê re got: "Pardon! Me nizanibû dîwarê herdu malan yek e."
Şêniyên taxê nerazîbûna xwe bi van gotinan îfade kir: "Eşyayên wan di malê de ne û tên malê dirûxînin. Qesda standina canê mirovan e ev. Çavên wan sor bûne. Hêlîna çivîkekê nayê xerakirin. Dema mirov di mala xwe de bûn, bi kepçe rûxandin. Xwedê vê zilmê qebûl neke."
DÎHABER/AMED