HÊVÎDAR TALLÎ
JINNEWS/ MEXMÛR
Weqfa Jinên Mexmûrê ku wekî navenda xebatên jinê tê bikaranîn, di bin banê xwe de gelek saziyên cûr bi cûr ên ji bo bipêşketin û perwerdekirina jin û zarokan dihewîne.
Endama Koordînasyona Weqfa jinên Mexmûrê, Bihar Benek derbarê kar û xebatên weqfê de got, girêdayî weqfa wan 5 pêşdibistan, dirûnxane, Navenda Hunerên Destan, Atolyeya wêneyan, Navenda Çand û Huner û beşên ji bo çapameniyê cihê xwe digririn.
‘Jin peywirdar in’
Bihar Benek xebatên jinan û bi taybetî jî yên jinên ciwan di van saziyan de bi bîr xist û ev tişt got: “ Ev weqf di sala 2002’yan de hatiye avakirin. Armanca avakirina weqfê ew bû ku jin di her aliyî de xwe bi pêş bixin û bi xwe li ser piyên xwe bisekinin. Di bin banê weqfê de 5 pêşdibstan, dirûnxane, Navenda Hunerên Destan, Atolyeya wêneyan, Navenda Çand û Huner û beşek jî ya çapameniyê cihê xwe digire. Di van beşên ku me navên wan diyar kirî de jin û bi taybetî jî jinên ciwan dixebitin. Berî niha bi demeke kurt pêşdibistanên me dawî li perwerdeya xwe ya sala 2017- 2018’an anîn.”
Pêşdibistana amadekirina zarokan
Biharê bal kişand ser perwerdehiyê, rêxistinkirina jinên wargehê û wiha berdewam kir: “Piştî Meclîsa Îştar navenda duyemîn ya jinan Weqfa Jinên Mexmûrê ye. Di bin banê weqfê de perwerdehiya jinê û rêxistinkirina jinê esas tê girtin. Di aliyê perwerdehiyê de ji bo fêrbûna ziman jin tên perwerdekirin. Dîsa jinên ciwan ji bo di aliyê çand û hunerê de bên pêşxistin, li vir tên perwerdekirin. Komên me yên govendê û muzîkê jî hene. Her wiha weqfa me di heman demê de ji bo pirsgirêkên jinan jî yek ji navenda çareserî û starê ye. Di vî warî de xebateke mezin hatiye kirin û hê jî didome.”
Weqfa jinê ji bo zarokan
Bihar Benekê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser perwerdekirina zarokan û got, “Di bin banê weqfê de pêşdibistan hene û zarokên temenê wan di navbera 5 û 6 salî de ji bo dibistanên seretayî li van pêşdibistanan tên amadekirin. Dîsa xwendekar di aliyê tevger û exlaq de tên perwerdekirin.”
Endama Koordînasyona Weqfa Jinên Mexmûrê, Bahar Benek bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Mirov dikare bibêje, zarok di zikê dayîka xwe de heta tê dinyayê ji aliyê dayîka xwe ve tê perwerdekirin. Ji ber vê her kes di serî de li gorî exlaqa malbata xwe tê perwere kirin û piştre di nava civakê de tê perwerdekirin. Ji ber perwerdeya sereke dayîk dide zarokên xwe, wek mamosta jî em vê yekê temam dikin.”