Mamoste Ramazan Kavak ku bi KHK’ê hat îxrackirin, pirtûka xwe ya helbestan a bi navê Şiverêk weşand. Kavak got: “Piştî îxracan wek bersivekê min xebatên xwe lezandin.”

Ramazan Kavak ku dema li Kercewsa Êlihê mamostetî dikir, bi KHK’ê hat îxrackirin û piştî îxrackirinê xebatên xwe yên wêjeyî domandin û helbestên xwe kirin pirtûk. Ramazan Kavak ji bo eleqeya xwe ya ji bo wêjeya Kurdî û helbesta Kurdî got: “Dema ji Stenbolê tayînî Kercewsê bûm û dema min bi mirovan re pêwendî danîn, ez bi Tirkî diaxivîm û mirovan digot ‘Çima tu bi Tirkî diaxivî?’ Min nikaribû xweş bersivê bidim wan.”

Kavak der barê egera navê ‘Şiverêk’ê de jî, got: “Şiverêk rêyek e. Rêyeke ku modernbûyîn tê de tine ye. Rêyeke ku mirov hîn paktir, hîn saftir di xwezayê de ne. Ji ber vê min ev nav tercîh kir. Rêya her mirovekî/ê heye. Min jî xwest bi saya Şiverêkê vê hêmayê derxim holê. Min xwest rêyeke ku kapîtalîzm, modernbûyîn serî lê nedaye têxim pirtûka xwe.”


Li ser mijarên cihê hiziriye

Kavak anî ziman ku di helbestên xwe de gelek metafor û hêmayên cuda bi kar anîne û ew li ser mijarên cuda xebitiye. Kavak anî ziman ku temayên wekî melankolî, tenêtî, polîtîka, mirov, modernbûyîn hwd. bandor lê kiriye. Kavak wiha domand: “Çimkî ev helbest di demên cuda de bi weziyetên ruhî yên cuda hatin nivîsandin. Min hewl da weziyetên ruhî yên cuda jî di helbestê de bidim der. Lê mijarên herî zêde ez li ser wan rawestiyame; evîn, tenêtî, melankolî û texrîbatên ku modernbûyîn dane der. Yanî jin, ekolojî, mirov, biyanîbûna mirov. Kêm be jî min hewl da li ser van mijaran rawestim.”


Helbest xwedî çîrok in

Kavak, dest nîşan kir ku mijarên ku di helbestê de bi kar anîne parçeyek ji jiyana wî ne. Kavak anî ziman ku helbest bi hêmayê helbest e û wiha domand: “Helbest bi hêmayê helbest e. Tu hestê dikî hêma, evînê dikî hêma, polîtîkayê dikî hêma… Min bi piranî hêmaya çav bi kar aniye. Çimkî çav wate ye. Çav destpêka pêwendiyê ye. Kûrahiya wateya di navbera mirovan de ye.” 

Kavak dest nîşan kir ku helbestên ku wî nivîsandine xwedî bîranîn û çîrokên cuda ne. Kavak got ku bi taybetî jî helbesta “Bavê Min” ku wî li ser bavê xwe ku di salên 90’î de bi awayekî “kiryar nediyar” hat qetilkirin nivîsandiye hesteke kûr di xwe de dihewîne û her ku ew vê helbestê dixwîne bandoreke cuda lê dike.Kavak bişaftina li ser çand û zimanê kurdî bi bîr xist û wiha got: “Di vî warî de hemû kesên ku pênûs wergirtine, divê bêtir xwe berpirsyar hîs bikin.” Kavak anî ziman ku heta ku ji destê wî tê hewl dide di warê wêjeya kurdî de tev bigere û niha ew amadekariyên pirtûka duyem dike. 


 DÎHABER/ÊLIH