
10 salin xizmetê dide
Koordinatorê Weşanxaneya Aramê Gokhan Bulut, der barê bernameya fuarê ûxebatên xwe de diyar kir ku ew bi gelek berhemên nû û dewlemend beşdarî fuarê dibin û derdikevin pêşberî xwendevanên xwe. Bulut, anî ziman ku fuar ji bo weşanxaneyan xebatek girîng in û wiha got: "Fuar dê di 15'ê mehê roja sêşemê dest pê bike û heta 20'ê mehê roja yekşeme bidome. Em hemû xwendekarên xwe yên herêma Çukurovayê dawetî fuarê dikin. Em dixwazin xwendekarên me li vir xwe bigînin pirtûkên me yên nû." Bulut, anî ziman ku ew bawer dikin ku dê pirtûkên wan li gorî dilê xwendekaran bin û xwendekar dê karibin hemû cûreyên pirtûkan li ser dezgehêwan bibînin. Bulut, anî ziman ku hem berhemên wêjeyî yên Kurdî û hem jî yên bi zimanên din jî hene. Bulut, da zanîn ku Weşanên Aramê 10 salin xizmete dide û di nava weşanan de deng daye.
DÎHA/AMED