Musena Emîn der barê wezîrên Kurd û guhertina di kabîneya nû ya Ebadî de ji ajansa nûçeyan Rojnewsê re axivî û got: “Dibe ku ji 14 wezîrên ku Heyder Ebadî navê wan eşkere kir, deng ji hemiyan re neyê dayîn lê wê ji hinekan re were dayîn.”
‘Kurd di kabîneya nû de nînin’
Parlamenterê Yekgirtûy Îslamî li parlamena Iraqê Musena Emîn derbarê nebûna wezîrên Kurd di nava kabîneya nû de jî wiha axivî: “Kurd di kabîneya nû de nînin. Ji ber ku sê komên din ên Kurd ku wezîrên wan hene, naxwazin ku ew wezîr werin guhertin. Ji bo wê jî Ebadî wezîrekî din ji bo Kurdan diyar nekiriye. Kurdan navê namzedan nedane ku Ebadî wezîrekî nû hilbijêre.”
Wê li ser erka xwe bimîne
Li ser pirsa RojNewsê ya ka gelo hêviyek ji bo mayîna wezîrên Kurd heye yan na jî Musena Emîn got: “Li gorî tiştên min bihîstiye Wezîrê Darayî yê Iraqê Hoşyar Zêbarî bi piştgiriya Amerîka û Mesûd Barzanî û bi rizaya Ebadî dimîne. Zêbarî jî pejirandiye ku li ser erka xwe bimîne. Lê belê ji bo du wezîrên din ên YNK û Tevgera Gorran heta niha Heyder Ebadî ji bo mayîna wan tiştek negotiye.”
Lîsteya navan hat weşandin
Ji aliyê din ve hinek ragihandinên Iraqê navê lîsteya kabîneya nû belav kirine ku navê Xalid Şiwanî û Dr. Omêd Ehmed tê de heye ku her du jî namzedên YNK’ê ne. Hoşyar Zêbarî jî li ser koma PDK’ê di parlamena Iraqê de ye.
Di çarçoveya hewldanên ji bo pêkhatina hikûmeta Teknokrat û guhertina wezîrên hikûmeta Iraqê, Serokwezîr Heyder Ebadî navê 14 wezîran eşkere kir ku di nav wan de Kurd nebûn.
JAWÊN ŞALÎ /ROJNEWS/SILÊMANÎ