Bi plastîkê hawîrdorê qirr dikin
Reqekî deryayê yê kesk, di 4´ê Hezîranê de nîvmirî li peravan xist li qiraxên qûmê yên herêma Chanthaburi li Taylandê. Ev reqa hanê, piştî bi du rojan mir. Lê tiştên ku ji zikê vê reqa reben derketin, îşaret bi krîzeke mirovahiyê jî dike.
Ji zikê vê reqê, bandên plastîk, tiştên lastîkî, û gelek bermahiyên ji plastîkê hatin dîtin. Jixwe, beriya niha bi heman rengî ji ber ku bi kîloyan plastîk xwaribû, hûtekî deryayî (balînayek) jî miribû. Di zikê vî balînayê li Malezyayê mirî hatî dîtin de, 80 kîsikên plastîk hatibûn dîtin.
Herçî ev req bû, veterîneran hewl da ku yekser bi înfusiyona nava mîde û rûviyan wê xwedî bikin, lê nekarîn reqê sax bikin. Ev plastîka hanê jî piştî mirina reqê ji zikê wê hat derxistin.
Tayland yek ji wan welatan e ku herî zêde bi plastîkê hawîrdorê û nexasim jî behrê qirêj dike û dibe sedema mirina bi hezaran zindiyî ku di nava wan de ev Reqên Kesk ên ku cûreyê wan tê parastin jî hene.
Salê 8 milyar ton plastîk diherike nav behrên dinyayê û bêhtirî nîvê vê ji 5 welatên Asyayê ango, Çîn, Îndonezya, Filîpîn, Vîetnam û Thailandê tê. BANGKOK