Komisyona Navxweyî ya TBMM'ê ku weke "qanûna çarçoveyê" tê zanîn û derbarê hevdîtina ji bo "Tasariya Qanûna Daireyê ya bi dawîkirina Terorê û Têkiliya Civakî bi hêz bibe" ku tê nîqaş kirin berdewam dike. Di hevdîtinê de ku bênavber nîqaş didome de di tasariyê de 3 made hatin qebûl kirin. Ji bo betalkirina hemû madeyan MHP'ê pêşnûme da meclisê û li aliyê din ve jî hemû pêşnûmeyên HDP'ê jî ku dabûn nehatin qebûl kirin. Wekîlê serokê Koma HDP'ê Idrîsa Baluken hevdîtinên tasariyê nirxand. Baluken diyar kir ku tasariya qanûnî hem ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hem jî ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê pir girînge û wiha got: "Dewlet cara yekemîne ku li cihê pirgirêka kurd bi şer û ewlehîbûnê çareser bike, bi polîtîkayên muzakereyê çareseriyê datîne holê û ji bo vê jî qanûnan dê pêkbîne. Ev rewş divê di warê guhertina zîhniyetê de girîng bê dîtin. Ger ku wisa pêk neyê çareserî jî pêk nayê." Baluken anî ziman ku ji bo wê jî derbasbûna muzakere û qanûnbûnê girînge." Baluken destnîşan kir ku ger makeqanûn bikeve meriyetê dê bivê yekê re şert û mercên muzakereyê bêavakirin û ji bo ku heyet bê avakirin dê bingeh bê avêtin. Baluken diyar kir ku ger ku ji bo "Lijneya Şopandiyê" bê avakirin dê ewlehiya makeqanûnê jî derbikeve holê û wiha axivî: "Bi vê yekê re rê li pêşiya pêngav avêtina demokratîk jî vedike. Bi vê ve dê bi makeqanûnekî demokrat çareserî were rojevê. Ji bo van hemû sererastkirinan qanûna çarçoveyê cara yekemîne ku dewlet biriya muzakereyê qebûl dike ji bo wê jî divê ev rewş girîng bê dîtin."


CHP û pêvajo

Baluken diyar kir ku komisyon nîqaşên berfire dide meşandin û bibîrxist ku heya niha CHP di pêvajoyê de cih negirtiye û ev tişt anî ziman: " CHP hem di meclisê de, hem di komisyonê de hem jî di pêvajoya aqilmendan de hertim li hember pêvajoya çareseriyê derdiket. Lê di van hevdîtinên tasariyê de cara yekemîne ku dê cihê xwe di nava pêvajoyê de bigire û ev yek girînge û CHP'ê diyar kir ku divê êdî ber bi aştiyek mayînde a raste ve bêmeşin. Dema ku birêz Ocalan jî ev pêvajo da destpêkirin got ku ev pêvajo ancax dikare bi piştgiriya civakî pêş bikeve û li cihê benda dewletê mayîn divê piştgiriya civakî were zêde kirin. Girîngiya vê yekê derkeft holê."  Baluken da zanîn ku ji ber vê yekê êrîşkariyeke cidî di MHP'ê de derketiye holê û wiha got: MHP ya ku li ser rijandina xwîn û pevçûnan xwe dide jiyîn, tu projeyeke wî ya cuda tune. Ji ber vê yekê hişmendiya bi panîk dijî û êrîş dike. Dema ku em nîqaşên giştî yên komîsyonê mêze dikin, tu binha êrîşkariya MHP'ê ya rast tuneye. Li ser esasê gotinên ku tu rastiya wan tuneye, tenê ji bo dijheviyê, vê yekê dikin. Ev rewş her roja ku derbas dibe, hîn zêdetir MHP'ê dixwe zoriye."
Baluken da xuya kirin ku hîna gelek karê ku ew bikin heye û wiha pê de çû: "Li gel nîqaşên heyetên muzakereyê, divê qanûnên çareweriyê derbikevin holê. Divê navê tasariyê baş bê bi karanîn. Divê li gorî aştiyeke mayîn de navê wê bê gohertin. Der barê navê pêşxistina aştiya civakî û bi dawî anîna şerê heyî de, pêşniyarên me çêbûn, lê der barê vê yekê de tişteke cuda derneket holê. Bi rastî jî li holê pirsgirêka 'terorê' heye. Ev pirsgirêka 'terorê', di pirsgirêka kurd de xwedî roleke herî mezin. Ev yek bingeha ji xwe sala 1924'an digire û feraseta îşkence û komkujiyan jî ji 'terorê' digre. Di 30 salên dawî de ji ber vê yekê pêla faîlên kiryarên ne diyar dest pêkir û bi sedan gund hatin vale kirin. Ev nêzîkatî, nêzîkatiyeke 'terorê' bû. Ziman û çanda gelekê tune hesibandin, qetilkirina kesên ku li dijî vê yekê derdiketin 'teror' bi xwe ye. Ji ber vê yekê pirsgirêk derxistina holê, nêzîkatiyeke ne şaşe. Ji ber vê yekê em jî zêde li ser wê yekê ne sekinîn."
Baluken destnîşan kir ku ji bo ku di çewher de muxatap baş bên nasîn û muzakera hîn zêdetir bi awayekê ber biçav derbikeve holê wan pêşniyara 'Wezareta Aştiyê' kiriye." 

DIHA/AMED