Emerê Entaxî: Ez dema kilaman dibêjim, ez xwe di nava kilaman de winda dikim. Pirraniya mirovan niha ji tehma vê yekê bêpar in, ji ber ku her kilameke dengbêjan dîroka me ye. Dengbêjî evîn e, heskirin e, şer e, berxwedan e, dîrok e, wêje ye.
Dengbêj Emerê Entaxî dibêje, dengbêjî wêjeya devkî ya dîroka Kurdan e û wioha li gotinên xwe çend gotinên din zêde dike: “Denbêjî ji bo min hunerekî hêja ye.”
Dengbêj Emerê Entaxî li gundê Entaxê yê Licê ya ser bi Amedê sala 1952’yan ji dayik bûye. Ji 10 saliya xwe ve bi rengekî bê navber kilamên dengbêjiyê dibêje. Dengbêj Emerê Entaxî sala 1993’yan ji ber zilma dewleta Tirk, tevî malbata xwe ji gund koçî Amedê dike. Di zarokatiya xwe de li dîwana dengbêjan timî guh da kilaman û bi dengbêjan re kilam digotin.
Li dîwanên dengbêjan bû
Emerê Entaxî hîna zarok bûye, bavê wê yê dengbêj wefat kiriye. Ew bi xwe wiha qala jiyana xwe dike: “Di temenê gelek biçûk de min bav û dayika xwe ji dest da. Bavê min dengbêj bû. Dema ez 10 salî bûm, dost û cîranan ji bo min qala dengbêjiya bavê min dikir û her dem digot, bavê te ev kilam digotin. Hemû kilamên ku bavê min digotin, min ji ber kirin û heta niha jî ez wan kilaman dibêjim. Di zarokatiyê de jî dengê min xweş bû û ez tevlî dîwanê dengbêjan dibûm. Ez nabêjim ez di zarokatiya xwe de dengbêj bûm, lê di zarokatiya xwe de min li kêleka dengbêjan kilam digotin.”
Evîn û şer û berxwedan e
Emerê Entaxî dibêje, ji ber polîtîkayên qirêj ên şer ên dewletê di sala 1993’yan de ew neçar mane ku cih û warê xwe biterikînin û wiha dewam dike: “Sala 1993’an gundê me ji aliyê leşkeran ve hate valakirin. Piştî ku gund hate valakirin ez bi malbata xwe re li Amedê bi cih bûm. Ti carê min navber neda dengbêjiyê û 57 sal in ku bê navber ez kilaman dibêjim. Ez dema kilaman dibêjim, ez xwe di nava kilaman de winda dikim. Pirraniya mirovan niha ji tehma vê yekê bêpar in, ji ber ku her kilameke dengbêjan dîroka me ye. Bi dengbêjiyê re gelek bûyer û kesayetên girîng ên gelê Kurd tên nasandin. Dengbêjî evîn e, heskirin e, şer e, berxwedan e, dîrok e, wêje ye.”
Ji ber nûçeyan çêdike
Ji bo Emerê Entaxî wêjeya Kurdî ji bo dengbêjiyê behra bê binî ye: “Zimanê Kurdî behr e û gelek dewlemend e. Heta niha min 25 kilamên dengbêjiyê çêkirine. Kilamên min li ser evînî, heskirîn, şer û berxwedanê ne. Min dibistan nexwendiye û ez kilaman di mejiyê xwe de çêdikim. Ti carê min kilam li ser kaxidê nenivîsandiye. Ez hemû kilaman jiber dizanim. Kilama min ya bi navê ‘Xezal’ min beriya bi 40 salan çêkir. Kilamên di 10 saliya xwe de min digotin, ez niha jî bi wan dizanim û wan dibêjim. Ez bê kilam nikarim bijîm.”
Bîra gelekî
Emerê Entaxî li ser dengbêjiyê dibêje, bi saya dengbêjiyê Kurd hîn jî dikarin çand, huner û dîroka xwe biparêzin: “Em Kurd bi dengbêjiyê qala dîroka xwe dikin. Bi dengbêjiyê qala şer, çîrok, eşq û destanên xwe dikin. Dengbêjan hest û dengê Kurdan ji dîrokê ve gihandine serdema me. Dengbêjan wêje û dîroka Kurdan a nehatiye nivîsandin, bi deng û hunerê xwe parastine û gihandine roja me ya îro. Li gel dengbêjan rol û rista bilûrvan û seydayan jî gelek e.”
Dengbêj Emerê Entaxî xwest ciwan xwedî li dengbêjiyê derkevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê serdemê de bi qedrê dengbêjan nayê zanîn. Çanda biyanî xistine nava hunera me. Divê ciwan xwedî li dengbêjan derkevin. Ez weke dengbêj Emerê Entaxî amade me ku di aliyê dengbêjiyê de alîkariya ciwanan bikim û kilamên dizanim hînî wan bikim. Ji ber ku dengbêjî bingeha çanda Kurdan e. Divê dengbêjî herdem zindî be.”
DENÎZ ÎKE/ANF/AMED