HAWRÊ KIRÊKAR / BOTAN GERMIYANÎ / ROJNEWS/SILÊMANÎ
Derhêner û hunermendên Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku berhemên hunerî weke pêwîst bi pêş nakevin û lawaz in. Wan wekî din got, hê jî budceyeke pêwîst ji bo huner nehatiye xerckirin û berpirs ti girîngiyê nadin huner û bi qedrê hunerî nizanin.
Hunermend û derhênerên Başûrê Kurdistanê li ser rewşa hunerê ya li Başûrê Kurdistanê axivîn.
Derhêner Nasir Hesen li ser vê mijarê got, “Ji ber ku şirket û sermayedar ne dostên huner in û budceyeke baş nîne, weke pêwîst e hunerê navxweyî yê Başûrê Kurdistanê bi pêş nakeve. Çalakiyên hunerî yên ku tên kirin jî nabin bersiva huner. Heger şirket û budceyek baş hebin, wê rêzefilmên Kurdî werin çêkirin û pêngaveke baş bê avêtin.”
Rola şanoyî nehatiye dîtin
Derhêner Wahîd Kifrî jî li ser sedemên lawaziya huner li Başûrê Kurdistanê got, “Mixabin heta niha weke pêwîst Wezareta Rewşenbîrî girîngî nedaye huner. Heta niha ti projeyeke baş nehatiye danîn. Ti şirketeke taybet li Başûrê Kurdistanê nîne, ji bo vê berhemên navxweyî di asta pêwîst de nayên çêkirin.”
Rewşa şanoyê jî, ji ya rêzefilman ne cûda ye. Şanoger Roşna Ehmed got, heta niha di nava civakê de rolê şanoyê nehatiye dîtin. Roşna Ehmed wiha dewam kir: “Ti budceyeke baş ji bo şanoyê nayê xerckirin, ji bo şanoyeke baş pêwîstî bi budceyeke baş heye. Ji ber ku budce dikare hemû beşên şanoyê temam bike. Pêwîst e kar ji bo şanoyeke baş bê kirin û ji bo civakê were nasandin.”