Dewleta Tirk bi her rêbazî tevkujiyan li ser gelê Kurd dimeşîne, pêr evarê li navçeya Amed Bismilê 4 ciwan bi hovîtî hatin qetilkirin. 

Li Bismîlê 4 kesên ku ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, cenazeyên wan piştî ku danîn Nexweşxaneya Dewletê ya Bismîlê li ser navnîşana Twîtterê ya “JITEM ?@_J_I_T_E_M_” wêneyên 4 kesên ku hatine qetilkirin, hatin parvekirin. Heman navnîşan li Şirnexê jî piştî ku Haci Lokman Bîrlîk qetil kirin, cenazeyê wî bi wesayita zirxî ve girê dan û li erdê kaş kirin jî parve kiribû.

Li navçeya Bismila Amedê doh saet ji 12.00’a şûn ve ku ji aliyê qeymeqam ve li taxên Rojava, Avaşîn, Firat û Tekelê qedexeya derketina derva hat îlankirin, êrîşên li hemberî niştecihên taxê jî berdewam kirin. Di saetên êvarê de ji aliyê polîs û tîmên taybet ve cenazeyên 4 kesên ku kiribûn nava beteniyê danîn Nexweşxaneya Dewletê ya Bismîlê. 


Bi heman hesabî parve kirin

Cenazeyên ku nasnameyên wan ne diyar in û wan kirine morgê, ji otopsiyê li benda dozgeriyê ne. li ser medyaya civakî ji aliyê navnîşana “JITEM ?@_J_I_T_E_M_” wêneyên 4 kesên ku hatine qetilkirin hatiye parvekirin. Di parvekirinê de tê gotin ku ev 4 kesên ku di operasyonê de hatine qetilkirin PKK’î ne. 

Navnîşana “JITEM ?@_J_I_T_E_M_” di rojên borî de jî li Şirnexê piştî ku Haci Lokman Bîrlîk qetil kirin, cenazeyê wî bi wesayita zirxî ve girê dan û li erdê kaş kirin jî parve kiribû.


Cenazeyê 4 ciwanan birin Meletiyê

Li navçeya Bismilê şevê din 4 ciwanên ji hêla polîsan ve hatin qetilkirin ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê.
Hat ragihandin ku cenazeyê her çar ciwanan ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Malbat ji bo teşhîskirina ciwanên ku nasnameyên wan nayê zanîn çûn saziya tipê û sekna wan a li wir didome.


Taşçier: Hatine înfazkirin

Parlamentere HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier diyar kir, ku 4 ciwanên doh polîsan cenazeyên wan anîn Nexweşxaneya Dewlete ya Bismilê, dibe ku bêyî pevçûnekê yekser hatibin înfazkirin.

Taşçier got, “Gule berdane serê wan. Xebatkarên ambûlansê her 4 cenaze ji heman cihî wergirtine.”

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier ê doh li Bismilê bû got, “Wêneyên hatin weşandin û cenazeyên ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê re hatine şandin, li hev tên. Li gorî agahiyên me ji xebatkarên morgê wergirtine, gule li serê ciwanan ketine. Di wêneyan de jî xuya dibe ku gule li serê wan ketine.”


‘Gule berdane serê wan’

Taşçier ragihand ku ew bi guman in, her 4 ciwan bêyî rewşeke şer û pevçûnê yekser hatine înfazkirin û got, “Em hînê nizanin bê bûyer çawa qewimiye. Lê belê her 4 jî li heman cihî hatin dîtin. Xebatkarên Ambûlansê dibêjin ku wan her 4 cenaze li cihekî rakirine. Ji ber ku gule berdane serê wan û bi vî rengî hatine qetilkirin, bi îhtimaleke mezin hatine înfazkirin.”

Taşçier bal kişand ser bûyerên bi rojane diqewimin û got, “Li Kurdistanê şerekî cidî dimeşe. Rêbazên bêrehm tên bikaranîn. Çek hebe yan jî tinebe, ti derdekî wan ê girtina ciwanan nîne. Yekser ciwanan dikujin. Li Kurdistanê ti hiqûq, ti qanûn, destûra bingehîn derbas nabin. Konseptek li ser kuştinê heye. Ev hemû jî fikar û gumanên li ser pêşerojê zêde dikin.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN