Meşa Dirêj a ciwanan li dijî Bêbextiya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê di roja xwe ya pêncan de dewam dike. Ciwan doh ji bajarê Elmanyayê Bensheimê heta bi bajarê Elmanyayê Mannheimê meşiyan.

Qonaxa doh a meşê li bajarê Bensheimê bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” dest pê kir. Ciwanan tim û daim dirûşma “Rê nede tecrîdê, bi Rêber Apo azad bibe” ber bi bajarê Mannheimê ve meşiyan. Ew doh qederê 20 kîlometreyan meşiyan.

Ciwanên Kurd û înternasyonalîst li dijî provokasyonên polîsên Elman bi gotina dirûşma “Bijî Serok Apo” timî dimeşin.

Ciwanan hewl da nekevin xefika provokasyonan û meşa xwe bi ser bixin.

Qederê 100 ciwanî beşdarî meşê dibin. Meşvanên doh gihiştin Mannheimê, li NCDKʼyê li fîlma “Banga Rojê” temaşe kirin.

Ciwan wê 14ʼê Sibatê bigihîjin Strasbourgê û bigihîjin baskên ji Cenevre û Luksemburgê yên meşa dirêj.

 

MANNHEIM