MURAT MANG / BIELEFELD

Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd (NCDK) û Meclîsên Gel li Elmanyayê li gelek bajaran kongreyên xwe li dar xistin. Li bajarê Bielefeldê NCDKa Bielefeldê kongreya xwe ya asayî ya 14´an li dar xist. Li Siegen, Heilbronn, Bodensee û Karlsruhe jî Meclîsên Gel û NCDK´yan bi kongreyan rêveberiyên xwe hilbijartin.   

NCDK a Bielefeldê kongreya xwe 1´ê Adarê kir û rêveberiya xwe ya nû hilbijart. Ji bilî delegeyên kongreyê, hevserokê FED-MED´ê Engin Sever, nûnerê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Bielefeldê Hikmet Inaç, malbatên şehîdan û xelkê deverê beşdarî kongreyê bûn.

Hevserokên heta bi kongreyê Naîf Xerabî û Xatûn Dogan piştî rêzgirtinê peyivîn û kongre dan destpêkirin. Naîf Xerabî di axaftina xwe de xwe rexne jî kir û got, “Me hêvî kiribû em kongreya xwe bi beşdariya bi hezaran kesî bikin, lê me nekarî. Me nekarî bi kar û xebatên xwe bibin bersiva miletê xwe. Xebatên me yên dîplomasî, çandî û rêxistinî lawaz bûn.”

Êriş esas li dijî sîstema meclîsan in

Piştre dîwana kongreyê hat hilbijartin. Li ser navê dîwanê hevserokê FED MED´ê Engin Sever peyivî: “Êrişên li dijî miletê Kurd esas li dijî projeya Rêbertiyê ya meclîsan e. Êrişî vê sîstemê dikin. Ev modeleke jiyanê ye. Meclîs ew in ku civak xwe bi xwe bi rê ve bibe. Ha ji ber vê Rêbertiya me tecrîdkirî ye. Ha ji ber vê yekê agir berdidin daristana Îmraliyê û dixwazin me biceribînin.”

Çima tenê 60 endam?

Piştre raporên xebatê yê salan e yên NCDK a Bielefeldê, û yên komîteyên wê yên ciwan û Rojava hatin xwendin. Ji ber ku NCDK a Bielefeldê di warê malî de deyndar derketibû, beşdaran gelek rexne li rêveberiyê kirin. Delegeyeke kongreyê ya ciwan got, “Beşdariya li çalakiyên girîng pirr kêm e. Civîn bi awayekî bi rêkûpêk nayên kirin.” Li ser vê hin delegeyên mêr mahdê xwe tirş kir. Gava delegeyekî din ê kongreyê pirsî, “Çima li devereke weke Bielefeldê tenê 60 endamên me hene?” derket holê ka sedema pirsgirêkên madlî çi ye. Kurdistaniyekî ji Dihokê jî kêmbûna ciwanan li nav û hawîrdora NCDK´ê rexne kir.

Rêveberiya nû hat hilbijartin

Di minaqeşeyan de hat gotin, di warê çandî de heliyanek heye, êdî xwedî li dersên zimanê Kurdî ê li dibistanan nayê derketin, rêxistina jinê pirr qels e, û karên dîplomasiyê hema hema nînin. Beramberî van, bipêşnexistina tedbîr û projeyên pêwîst jî hat rexnekirin.

Pirrcarîkirina şaşî û kêmasiyan û pêdiviya bi plansaziyeke navendî ji bo ji hilorakirina van kêmasiyan jî hat îfadekirin. Di kongreyê de balkêş bû ku delegeyan kêm rapor xistin ber lêpirsînê.

Di dawiya minaqeşeyan de rapor hatin qebûlkirin û rêveberiya nû ya NCDK a Bielefeldê hat hilbijartin. Ji bo serdema pêş ji bo Herfordê komuneke ji 19 kesan û ji bo Detmoldê jî komuneke ji 11 kesan hatin avakirin. Piştre ji bo Bielefeldê rêveberiyeke nû ya ji 48 kesan hat hilbijartin. Xatûn Dogan û Sînan Ozkaya jî bûn hevserokê NCDK a Bielefeldê. Kongre bi sloganên “bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadi” bi dawî bû.

NCDK ji dema nû re amade ne

Meclîsa Gel a civaka Kurd a li bajarê Elmanyayê Siegenê, bi beşdariya qederê sed delegeyî kongreya xwe ya asayî ya salane li dar xist. Piştî rêzgirtinê, dîwan hat hilbijartin. Endamê dîwanê Rizgar Zag behsa dagirkeriya dewleta Tirk kir û got, “Barekî mezin dikeve ser milê me. Divê em çalaktir kar bikin. Heta ku em azadiya Rêber Apo misoger bikin, em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”.

Piştre rapor hatin xwendin û piştî minaqeşeyan hatin qebûlkirin. Piştre Meclîsa ji 35 delegeyan a ji komîsyonên rêxistinî, aştî-lihevkirinê, civak, çand, karên derve, şehîd û alîkariyê hat hilbijartin. Gulnaz Bilek û Mehmet Cizîrî bûn hevserokên nû yên meclîsê.

NCDK a Heilbronnê jî kongreya xwe ya salane ya asayî ya 8´an li dar xist. Di kongreyê de meclîsa ji 37 kesan hat hilbijartin.

NCDK a Karlsruheyê jî kongreya xwe ya asayî ya 8´an li dar xist û rêveberiya xwe ya ji 11 kesan hilbijart.

Li Bodenseeyê jî NCDK´yê kongreya xwe ya 4´an li dar xist û Meclîsa ji 27 kesan hilbijart.