Li navçeya Colemêrgê  Geverê piştî ku biryara xwerêveberiyê hat ragihandin, êrîşên hêzên dewletê bênavber dewam dikin. Gelê Geverê jî, ji milekî ve li hember êrîşan pergala xwe diparêze ji milekî ve jî bi pêşxistina komînan xebata herî girîng a xwerêveberiyê dimeşîne. Li hemû taxên Geverê, bi komîteyên tenduristî, jin, zarok, civak, perwerdeya ziman û gelek beşên din, xebatên sazkirin û avakirina komînan didomin. Geverî di bin banê Meclîsa Gel de li 12 taxên navçeyê, bi xalên bingehîn de komînan ava dikin û yek ji wan beşan jî komiteya zimanê Kurdî ye. Komîteya zimanê Kurdî, ji bo “zimanekî azad” li taxên Orman, Cumhuriyet, Mezarlik û Eskî Kişlayê komînên xwe ava kirine.




Perwerdehiya azad

Yek ji kesên ku di nav xebatên zimanê Kurdî de cih digire, Mamosteya Dibistana Dayîka Uveyş, Zeytun Akdenîz e. Akdenîz derbarê xebatan de axivî û diyar kir ku li her taxa Geverê komiteyên zimanê Kurdî hatine avakirin û her roj piştî perwerdehiya li dibistanê, li taxan jî perwerdehiya ziman didin gel û bi taybetî jî zarokan perwerde dikin. Akdenîz got,  ji ber pergala xwerêveberiyê li taxan bi awayekê azad perwerdehiyê didin gelê Geverê. 




Komiteyên zimanê Kurdî


Endamê KURDÎ-DER’ê û di heman demê de jî Mamosteyê Dibistana Dayîka Uveyşê, Dogan Engunder jî diyar kir ku piştî ku xwerêveberî hate îlankirin, li dibistanê û li taxan komîteyên zimanê Kurdî ava kirin û xebatên xwe didomînin. Engunder da zanîn ku wan li her kolanê û li malan komîteyên perwerdehiyê ava kirine. Her wiha Engunder destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze bi zimanê xwe gelê Kurd bindest bike lê ew ê li hemberî hemû êrîşan xwedî li zimanê xwe derkevin.
Engunder herî dawî bang li malbatan kir û got: “Gelê Kurd bila zarokên xwe ji qirkirina çandî rizgar bike û bişîne dibistanên azad.” 


 COLEMÊRG