Bi rêya kooperatîfvaniyê li Rojava birêxistinkirina têkiliyeke civakî

4 Ekim 2022 Salı - 05:54

  • Wexta ku kooperatîf bi civakê re têkiliya xwe datînin, vê yekê li ser esasê hilberandina pêdiviyên kolektîf bikin, hingê kooperatîf wê êdî ne tenê yekeyên hilberandinê bin, ev yek wê kooperatîfvaniyê veguherîne peywendiyeke civakî. Aboriya civakî jî esas birêxistinkirina vê bi xwe ye. 

 

AZÎZE ASLAN

Tevgera Azadiyê ji roja xwe ya pêşî ve bîra wê biribû û zanîbû, ji bo avakirina şoreşeke civakî têkiliyên aborî yên ne kapîtalîst hewce ne. Bi vî rengî wê siyaseta xwe bi rê ve bir û di Xweseriya Demokratîk de wê ev yek weke aboriya birêxistinbûna aboriya civakî ya komunal demokratîk bi nav kiriye. Ev aboriya antîkapîtalîst li ser hîm û prensîpên demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê tê terîfkirin. Armanca sereke ya vê aboriyê ew e ku bi rêya kooperatîfan, hilberînê civakî bike, pêdiviyên kolektîf û nirxê bikaranînê ji nû ve bike armanca tenê ya çalakiya aborî. Bi Şoreşa Rojava û Xweseriya Demokratîk re li gorî vê armancê xebatên Aboriya Civakî û aboriya xweser a jinê AborîyaJIN tên birêvebirin.

Di salên destpêkê yên şoreşê de ji ber şerî, awir û enerjî hemû li ser wê yekê bûn, ka meclîslên li taxan wê çawa pêdiviyên civakî bên dabînkirin. Lê ji sala 2014’an ve erdên ji rejîma Sûrî mane, bi armanca avakirina “Aboriya Civakî” hatine komunalkirin, yanî erd yên her kesî ne lê ne milkê ti kesî ne jî; Aboriya civakî ya antîkapîtalîst tê avakirin ya ku pê xelk pêdiviyên xwe bi rêya têraxwekirinê dikare hilberîne, û nirxên bikaranînê yên ji bo debarê tên hilberandin. Pratîka xweseriyê her ku bi temamî xurt dibe, şaxên xwe berdide nava civakê, şert û mercên maddî yên têkoşîna li dijî kapîtalîzmê, û bi tecrûbeya Tevgera Azadiyê xweparastina civakî jî xurt dibe.

Birêxistinkirina warên weke aboriya civakî, çandinî, pîşesazî, bazirganî û aboriya jinê bi beşdariya TEV-DEM (bi rêya komîtaya giştî ya aboriyê), Kongra-Star (bi rêya komîteya aboriyê ya jinê), desteya aboriyê ya hikûmeta xweseriyê û hevberdevkên aboriyê yên meclîsên kantonan, ji hêla Koordînasyona Aboriyê ve tê birêvebirin.  

Koordînasyon li gorî sektoran xwe weke komîte bi rêxistin dike. Armanca çalakiya wê ew e ku di sektora xwe de birêxsitinbûna aboriya civakî berfereh bike û di wê sektorê de hilberînê komunal bike. Ji bo sektoran hemûyan hedefa hevbeş bipêşvebirina kooperatîfvaniyê ye. Li Rojava, yek ji mijarên herî zêde li ser minaqeşeyên himhimî tên kirin, ew e ka kooperatîfvanî wê çawa bê avakirin û ew ê çawa bixebite. Hema hema di tevahiya civînên gel de ev mijar dibe beşek ji rojevê, mirov bi wê mijarê dadikevin. Demeke dirêj li ser mijarê nîqaş tên kirin; hizir tên îfadekirin û kooperatîf weke proje tên sêwirandin. Ji bo kooperatîfên weke proje hatine sêwirandin, xelk bi xwe çavkaniyan berhev dike, rê, rêbazan û meydanan diafirîne ji bo ku pêdiviyên civakî bi awayekî kolektîf bên dabînkirin.