Dewleta Tirk hem eskerî û hem jî çandî Kurdistanê dagir dike. Hunermendên Kerkûkê bal kişandin ser rêzefilmên Tirkî û xwestin boykot bi vî alî ve jî fireh bibe.
Li Herêma Kurdistanê bi rêya kanalên asmanî û navxweyî rêzefîlmên Tirkiyeyê tên weşandin. Ev rêzefîlm ku yekser nasname û dîroka Kurd dikin armanc hunermendên bajarê Kerkûk der barê vê mijarê de axivîn.
Hunermend Hewar Fars anî ziman ku çawa malên Tirkî tê boykotkirin divê kanalên televîzyonan jî weke wezîfeyekê rêzefîlmên Tirkî boykot bikin û got, “Pirsgirêkên civakî, malbatî piranî ji ber van rêzefîlman e. Girîng e ku hunermend û rojnamevan di vê mijarê de zextê li Wezareta Rewşenbîriyê bikin da ku rê li ber van rêzefîlman bigire.”
Derhêner Nejad Necim jî diyar kir ku ti xaleke girîng û baş a rêzefîlmên Tirkî ji bo civaka Kurd nîne, her wiha li ser malbat û civakê bandoreke xerab dikin.
Necim der barê nêzîkatiya Wezareta Rewşenbîriyê ya ji bo rêzefîlmên Tirkî jî got, “Wezareta Rewşenbîriyê dibêje ku têkildarî van rêzefîlman ti gazinc ji wan re nehatine. Wezareteke ku bi dehan pisporên wê heye û rojane di kanalên televîzyonan de welatî tên jehrkirin, ma wê çi gazincan qeyd bikin. Divê wezaret van rêzefîlman yekser ji kanalan derxe.”
Rêzefilmên Tirkî heqaretê li Kurdan dikin
Yek ji rayedarên Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerê Baskê Kerkûk, Sîrwan Bêlane jî destnîşan kir ku rêzefîlmên Tirkî bi temamî bandorê li ser psîkolojiya ferdê Kurd dike. Rêzefîlmên Tirkî yekser heqaretê li Kurdan dikin, çanda Kurd ji holê radike.”
Sîrwan da xuyakirin ku berî niha bi çend salan ji bo rêzefîlmên Tirkî neyên temaşekirin, îmze kom kirine û got, "Wê demê mixabin kesî guh neda vê mijarê, lê niha gelek kes di vê mijarê de di nav hewldanan de ne. Ev cihê kêfxweşiyê ye.”
Sîrwan Bêlane daxwaz ji şîrketên rêzefîlmên Tirkî dublaj dikin kir ku pereyên ji bo rêzefîlmên Tirkî xerc dikin bila ji bo berhemên rêzefîlmên Kurdî xerc bikin.
ROJNEWS/KERKÛK